Liz Truss xwe ji bo cihê Boris Johnson berbijêr dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss êvara Yekşembê 10ê Tîrmeha 2022an ragihand, ew ji bo posta Serokê Partiya Muhafizekaran a Brîtanyayê dibe berbijêr ku hevdem kesê wê postê bi dest bixe dibe Serokwezîrê Brîtanyayê jî û cihê Boris Johnson digre.

Liz Truss a temen 46 salî dê ji bo wê postê li gel 10 berbijêrên din hevrikiyê bike.

Truss dibêje, ew dê weke muhafezikarekê hevrikiyê bike û dê weke muhafezkarekê jî desthilatdariyê bike.

Liz Truss di nava endamên partiya xwe de bi wê yekê tê naskirin ku bi aşkere helwêstên xwe tîne ziman. Lê belê di Sibata îsal de piştî destpêkirina şerê Ukrayna, dema wê daxwaz ji xelkê Brîtanya kir biçin Ukrayna û li dijî Rûsyayê şer bikin, rastî gelek rexneyan hat.

Truss piştî aşkerekirina berbijarbûna xwe ragihand, ew lewra dibe berbijêr çimku dikare karûbarên Brîtanyayê bi awayekî herî baş birêve bibe û biryarên giring bide. Truss tekez kir, wê nêrîneke zelal heye ku divê Brîtanya di pêgeheke çawa de be.

Ew pêşhat piştî wê yekê tê, ku Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson roja 7ê Tîrmehê dest ji serokatiya Partiya Muhafizekaran berda û ragihand, heya serokwezîrekî nû tê hilbijartin, ew dê weke serokwezîrê karbirêker di posta xwe de berdewam be.

358 parlamenterên Partiya Muhafizekaran a Brîtanyayê dê ji bo hilbijartina serokê nû yê partiyê deng bidin.

Di destpêkê de dê du berbijêr bên diyarkirin daku 160 hezar endamên partiyê di proseyeke dengdanê yekî ji wan wek serok hilbijêrin. Piştre serokê nû yê partiyê dê ji aliyê Şajin Elizabeth a Duyem ve were erkdarkirin daku hikûmeteke nû pêk bîne.

Di nava kesên ku xwe ji bo posta serokatiya Partiya Muhafizekaran kandîd kiriye, Nedîm Zehawî yê bi esil Kurd jî heye ku di kabîneya Johnson de çend postên wezaretê wergirtin.