Li Californiya heya niha 15 hezar hektar zevî şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal li wîlayeta Californiya li Amerîka heya niha 13 bûyerên agir û şewatê hatine tomarkirin, heya niha hinek ji wan agiran berdewamin, zêdeyî 15 hezar hektar zevî hatine şewtandin.

Her sal ji mehên Gulanê heya Mijdarê bûyerên şewatê li tevaya cîhanê zêde dibin, lê îsal dibe kû bêtir bin bi sedemê zêdebûna pileyên germatiyê û bandoriyên wê li ser xwezayê û ziyanên wan jî bêtir bin.

Careke din agir bi daristanên Calîfornyayê ket. Ew agir ji roja Pêncşemê ve berdewam e.Beşekî gelek ji dar û giyayên daristanan şewitîne.

Tenê di şeş mehên borî de, 4 hezar û 599  caran, agir bi daristanên Kalîfornyayê ketiye. Bi giştî 297 kîlometre çargoşe, ji daristanan şewitîne ango nêzîkî 297 hezar hektar.

Çîroka agirpêketinê li Californya û gelek navçeyên din ên cîhanê, çîroka berdewam a salane ye û ji meha Gulanê ve heta Mijdarê, bêhtirîn bûyerên agirpêketinê rûdidin.

Li daristanên Wîlayeta Oregonê yênli rojavayê Amerîkayê, bilindbûna pileya gemrayê wiha kiriye ku berdewam li wê navçeyê jî agir hebe.

Li wê derê, di heftiyekê de, 6 hezar û 798 hektar ji daristanan şewitîne. Xelkên navçeyê, hatine agahdarkirin ku divê nêzîkî 16 kîlometreyan ji derdora agir dûr bin.

Berpirsê zanyariyên giştî yê Oregonê Dan Omdal dibêje: “Bi rastî rewşa agir berdewam çalak e, her demê metirsiya firehbûna agir heye. Girîng e xelk xwe ji navçeyê dûr bixin.”

Îsal agir 15 wîlayetên Amerîkayê girtine. Bi giştî bêhtir ji 626 hezar hektar zevî şewitîne. Vê hejmarê, di şeş mehan de rêkord şikandiye.

Li daristanên navçeya Çelyanbînskê li Rûsyayê agir pê ketiye. Ajel û balinde li wê derê jî rûbirûyî metirsiyê bûne. Tîmên rizgarkirinê çêlîka askekê rizgar kiriye, lê hejmareke gelek ji ajelan şewitîne.

Agir, ji bilî ziyanên ku gihandine caneweran. Beşek ji bajarok jî wêran kiriye. Li wê derê 72 avahî û 46 xanî, bi sedema agir şewitîne. Xelkên navçeyê reviyane, lê ajelên malî jî li vê derê bûne qurbanî.

Welatiyê devera Çêlyanbînsk Aleksander Koznîtov dibêje: “Hejmareke gelek ji beraz, kîvroşk, mirîşk û ajelên din ên malî, li vê derê mabûn. Ew hemû şewitîn û jinav çûn.”

Salane di destpêka werzê havînê de, heta payizê, agir bi daristanên hişk û germ dikeve. Îsal ji bilî 15 wîlayetên Amerîkayê, li Afrîkaya Başûr, Yûnan, Qubris, Rûsya, Hindistan, Australya û Arjantîn agir bi daristanan ketiye.

Di 6 mehên îsal de, bi qasî 12 mehên sala par, agir pê ketiye. Sedem jî guherîna keşûhewayê ye.

Li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî, guherîna keşûhewayê bûye sedema bilindbûna pileya germaya zeviyê heta 1.5 pile bêhtir ji asta xwe ya asayî, ev yek jî bûye sedema pirbûna bûyerên agirpêketinê li cîhanê.