Lûtkeya NATO îro ye

Brûksel (Rûdaw) – Biryare îro li baregaha sereke ya NATOyê li Brûksela paytexta Balçîka civîna serokên welatên enndamên wê hevpeymaniyê dest pê dike.

 

Lûtkeya NATOyê dê di navbera 11 û 12ê Tîrmehê de birêve biçe û ev yekemîn civîna dewlet û hikûmetên endamên NATOyê ye, ku li baregaha nû ya NATOyê tê sazkirin.

 

Serok û berpirsên 29 endamên welatên cîhanê dê beşdarî lûtkeyê bibin.

 

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê beşdarî civînê bibe û tê payîn li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û çend berpirs3en Yekîtiya Ewropayê hevdîtinan bike.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê di hevdîtinên Erdogan de dê mijarên weke kirîna sîstema mûşekên S-400 ên rûsî, rewşa Sûriyê û peywendiyên Amerîka û YPGê jî werin rojevê.

 

Di dema lûtkeyê de dê helîkopterên şer ên welatên hevpeymaniya NATOyê jî nimayîşekî bikin.