Zimanzan Noam Chomsky êdî nikare biaxive û bimeşe

11-06-2024
Nîşan Noam Chomsky Nexweşî Axaftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara berê ya Noam Chomsky Bev Stohlê diyar kir ku Noam Chomsky ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êdî nikare biaxive û bimeşe.

Zimanzan û rewşenbîr û fîlozofê Amerîkayî Noam Chomsky ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êdî ne dikare biaxive û ne jî bimeşe.

Bev Stohla ku 24 salan li Zanîngeha Massachusetts Institute of Technologyê (MIT) wekî alîkara Noam Chomsky xebitiye da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Noam Chomsky xirab bûye.

Hesabê Facebookê yê Media Lensê nivîsa Bev Stohlê ya li ser tenduristiya Noam Chomsky belav kir.

Bev Stohlê amaje bi wê yekê kir ku rewşa Chomsky ne baş e û ew êdî ne dinivîse, ne diaxive ne jî dimeşe.

“Êdî nikare li ser pêyan bisekine”

Bev Stohlê di beşeke din a nivîsa xwe de diyar kir ku ew bi kesekî nêzîkî malbatê re axiviye û wiha got:

"Ez bi kesekî nêzîkî malbatê re di pêwendiyê de me.  Haya me jî rewşa dawî heye.

Noam hîn jî bi me re ye, ew niha li nûçeyan temaşe dike û ji tiştên ku temaşe dike ne kêfxweş e. Nikare li ser rewşa Filistînê tiştekî bibêje.

Êdî nikare li ser pêyan bisekine û ez nizanim dê ev yek heta kengî berdewam bike.
Çavên wî vekirîne û li derdora xwe dinêre dixwaze rewşê fam bike.”

Bev Stohlê amaje bi wê yekê jî kir ku malbata Noam Chomsky heta aniha naxwaze li ser rewşa tenduristiya wî ji raya giştî re tiştekî bibêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst