​Zelensky: Êrîşa berevajî dest pê kir

11-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Volodomyr Zelensky Vladimir Putin Ukrayna Rûsya Êrîşa Berevajî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku hêzên Ukraynî li dijî Rûsyayê êrîşa berevajî dane destpêkirin.

Volodymyr Zelensky diyar kir ku heta niha hewldanên Ukraynayê yên ji bo rizgarkirina herêmên ku hê jî di destê hêzên Rûsyayê de ne berdewam dikin.

Serokê Ukraynayê Zelensky dibêje "Balkêş e ku Putin derbarê êrîşa me ya berevajî de axivî ye. Vêca ka li vir ji we re ragihînim, belê êrîşa me ya berevajî destpê kir, lê tişta ku Putin dibêje biser neketiye, ne rast e, nabe hûn ji axaftina wî bawer bikin. Baweriya me bi artêşa Ukraynayê heye."

Rojekê berî axaftina Serokê Ukraynayê, Serokê Rûsyayê li havîngeha xwe ya li Soçî piştî civîna ligel hevtayê xwe yê Belarusê, behsa biserneketina êrîşa Ukraynayê kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî gotibû "Em destpêkê dikarin bi zelalî bibêjin ku êrîşa Ukraynayê destpê kiriye, ev xala yekem e. Xala duyem jî ew e ku artêşa Ukraynayê biser neket û heta yek cih jî kontrol nekiriye."

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê çend vedeo belav kirine û tê de hejmarek tank û çekên din ên Ukraynî tên dîtin ku hatine têkşikandin.

Êrîşa berevajî ya Ukraynayê navçeyên rojavayê Donbas û başûrê rojhilatê Ukraynayê li aliyê Khersonê li xwe digire.

Li wan navçeyan artêşa Rûsyayê zêdeyî salekê bicîh bûye, bi awayekî ku herêma Luhanskê bi temamî kontrol kiriye, û nêzîka ji sedî 60ê Donetskê di bin destê wê de ye, herwiha navçeya Kherson li aliyê rojhilatê Çemê Dinobro ji hêzên Rûsya û hevpeymanên wan tejî bûye, ûnîvçe girava Cremiayê jî ev 9 sal dibin ji aliyê Rûsyayê tê birêvebirin.

Lê herifandina Bendava Nova Kakhovka zêdeyî 10 milyon metre sêca av berdaye beşekî wê navçeya ku niha êrîşa berevajî lê tê kirin. Êdî tevgera tank û hêzên serbazî zehmet û sist dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst