Rwanda amade ye ji bo pêşwaziya koçberan

11-06-2022
RÛDAW
Rwanda amade ye ji bo pêşwaziya koçberan
Rwanda amade ye ji bo pêşwaziya koçberan
Nîşan Rwanda Afrîka Brîtanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Otela Hêviyê ya li bajarê Kîgal a welatê Rwandayê xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan xwe amade dike.

Welatê Rwanda ya Afrîkayê amadehiyên xwe yên ji bo pêşwaziya penaberên ku Brîtanya dê wan dersînor bike, dike.

Otel bo pêşwazîkirina li yek ji karwanê koçberên Brîtanyayê tê amedekirin.

Xwediyê otelê diyar kir ku hemû jûrên otelê bi awayek herî baş bo mêvandariya koçberan hatine amadekirin.

Xwediyê Otelê bi kelecan e ji bo pêşwaziya koçberan û dibêje, "Ev ne zîndan e. Ev der mal e û  weke mala me bixwe ye. Em weke otel koçberan werdigirin. Li otelê mêhvanên me azad in û çi bixwazin dikarin bikin. Eger bixwazin otelê bicihbêlin jî ti pirshgirêk nîne.”

Li ser tabloya vê otelê nivîsiye “weke mêvan were û weke rêhavelekî here.”

Bi wê wateya ku welatiyên Riwanda miameleyeke baş ligel koçberan dikin.

Lyonîdas Hakîzîmana got, "Riwanda welatekî baş e û ji koçberan jî hez dike, em bi germî pêşwaziyê li koçberan dikin.”

Ji aliyêk din ve jî beşek ji xelkê Riwanda wê biryarê ne guncav dibînin û di wê bawerê de ne ku Riwanda bo hewandina koçberan ne welatekî guncav e.

Serokê Partiya Opozîsyonê “Pêşketin û Azadî bo Hemûyan” Vîktorya Yngabîr li dijî anîna koçberan e û dibêje, "Bi hezaran ciwanên me yên Riwanda hene û bê kar in. Eger tu nikarî kar bidî xelkê xwe, ciwanên xwe û  ciwan bêkar bin, hikûmet çawa dikare kar bide wan koçberên ku bo Rwanda tên şandin.”

Di 14ê Nîsana 2022ê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand, temamiya ew koçberên piştî 1ê Çileya îsal hatine Brîtanyayê bo Rwandayê dê werin şandin. 31 ji wan koçberên ku ew biryar wan jî digire xelkê Herêma Kurdistanê ne.

Wezarete Navxwe ya Brîtanyayê ragihandibû, di nava çend rojên pêş de dê 50 penaber ber bi Rwandayê ve bên şandin. Pêvajo dê berdewam bike û salane 300 Penaber dê bên şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst