Kurê Qezafî, Seyf El-Îslam Qezafî hate azadkirin

11-06-2017
RÛDAW
Nîşan Lîbya Muemer Qezafî Seyf El-Îslam Qezafî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îro yekşembiyê medyaya Lîbyayê ragihandin, kurê Muemmer Qezafî yê rêberê berê yê Lîbyayê, Seyf El-Îslam Qezafî hate azadkirin.

 

Li gorî nûçeya AFP, koma çekdar a bi nave Ebûbekir Sidîq ku pêştir li dijî Muemer Qezafî çalakî dikir, di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba taybet a wê rêxistinê a di tora civakî ya Facebookê de hatiye belavkirin, aşkere kiriye ku hêzên wan kurê Muemmer Qezafî, Seyf El-Îslam Qezafî berdane.

 

Di daxuyaniye de tê gotin, ku serbestberdana kurê Qezafî, li gorî efûya giştî ya Parlamentoya Lîbyayê ya li rojhilatê wî welatî ye.

 

Koma çekdar a Ebûbekir Sidîq tekez kiriye, ku wan biryar dane ku kurê Qezafî berdin û ew dikare bajarê Zentanê biterikîne, ku ji sala 2015ê ve di girtîgeheke wê bajarê de hatibû zîndanîkirin.

 

Li ser azadkirina Seyf El-Îslam Qezafî, xizmekî nîzîkê malbata Qezafî yê bi navê Ehmed Muhareb El-Qezafî ji medyaya Rûsyayê re ragihandiye, ku nûçeya berdana Seyf El-Îslam rast e ew ji bajarê Zentanê derketiye û niha jî li cihekî ewle ye, lê belê amaje bi cihê wî nekir.

 

Seyf El-Îslam Qezafî duyemîn zarok ji 8 zarokên rêberê berê yê Lîbyayê, Muemer Qezafî ye û 44 salî ye. Seyf El-Îslam di sala 2015ê de ji aliyê dadgehekê paytexta Lîbya bajarê Trîpolî (Tirablus) ve bi sêdaredanê hatibû cezakirin.

 

Di dema serhildana xelkê Lîbya li dijî Muemer Qezafî de, 3 kurên wî hatin kuştin.

 

Saidî Qezafî kurekî din ê Qezafî ye ku bi tohmeta hebûna destê wî di kuştina rahênerê berê yê tîma fotbulê ya Lîbyayl de hebûye, ji aliyê dadgehe Lîbyayê vet ê darizandin.

 

Hevjîna Muemer Qezafî ya bi nave Sefiye tevî 3 zarokên xwe yên din di destpêka serhildana xelkê Lîbyayê de, li Elcezayirê bi cih bûn, lê piştre çûne Omanê û li wî welatî penaberî wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst