‘Efxanistan-Somalî-Sûriye-Iraq: Welatên herî aloz ên cîhanê’

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya navdewletî ya bi navê “Saziya Aborî û Aştiyê” ragihand, Îran di warê aştî û aramiyê de ji nav 162 welatên cîhanê di rêza 137emîn û Iraq jî di rêza 159emîn de ye. Li gorî saziyê, welatî herî aram Îslanda û welatî herî aloz Efxanistan e.

Saziya navdewletî ya Aborî û Aştiyê rapora xwe ya dawî li ser asta aştî û aramiya 162 welatên cîhanê belav kir.



Pîvanê aştiyê li cîhanê

Li gorî raporê ku di malpera fermî ya saziyê de hat weşandin, welatê herî aram û aştiyane li cîhanê de Îslanda ye û welatê herî feqîr di warê aramî û aştiyê de jî Efxanistan e.

Di raporê de hat gotin ku Îran jî di warê aştî û aramiyê de di rêza 137emîn, Iraq di rêza 159, Sûriye di rêza 160 û Somlî jî di rêza 161emîn de ye.

Di raporê de derheqê çawaniya nirxandin û hesibandina asta aramî û aştiyê ya welatan de agahiyên zêdetir nehatiye belavkirin lê hatiye gotin ku welatên ku bûdceya wan a karûbarên serbazî ji welatên din zêdetir e, aramiya wan jî kêmtir e.

Di raporê de Tirkiye jî di rêza 134emîn, Îsraîl di rêza 150emîn, Rûsya jî di rêza 155emîn de ye.

Li gorî rapora saziya Aborî û Aştiyê, rewşa Îranê li gorî sala 2008ê pileyekî xirabtir bûye.