Rûsyayê li hemberî Ukraynayê dest bi êrişeke berfireh kir

11-05-2024
RÛDAW
Rûsyayê li hemberî Ukraynayê dest bi êrişeke berfireh kir
Rûsyayê li hemberî Ukraynayê dest bi êrişeke berfireh kir
Nîşan Rûsya Ukrayna Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûsyayê li hemû eniyên şer ên li rojhilatê Ukraynayê dest bi êrişeke berfireh kiriye.

Hêzên Rûsyayê agir bi ser eniyên Rojhilatê Ukraynayê de dibarînin.

Hêzên Rûsyayê bi balafir, dron, topxane û hêzeke zêde ya bejayî êrişî hêzên Ukraynayê dikin.

Herêma Kharkivê li bakurê rojhilatê Ukraynayê ye.

Beriya bi 20 mehan hêzên Rûsyayê ji herêmên vekişiyabûn.

Çiriya Paşîna 2023yê Rûsyayê careke din ji bo kontrolkirina herêmê dest bi operasyonê kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser êrişên vê dawiyê yên Rûsyayê got:

"Rûsyayê li hemû eniyan dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Yek ji  armanca serekî ya Rûsyayê girtina Kharkivê ye.

Artêşa me ji bo parastinê amade ye û dê wê êrişê têk bibin.”

Alîkariyên aborî yên Amerîkayê ji bo Ukraynayê 7 meh bipaş ketin.

Ew jî bû sedem ku hêzên Rûsyayê herêma Dontskê ya Ukraynayê kontrol bike.

Amerîka: Dê çekên me Ukraynayê bihêztir bikin

Di pakêta 61 milyar dolar a  alîkariyê ya Amerîkayê daye de balafirên F16, guleyên top ên 155 milîmî û gelek teçhîzatên leşkerî û lojîstîkî hene.

Ew alîkariyên Amerîkayê dê meha hezîran û tîrmehê bigihên Ukraynayê.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby li ser êrişa dawî ya Rûsyayê got:

"Bêguman dibe ku Rûsyayê xwe ji bo êrişeke berfireh a li ser Kharkivê amade kiribe.

Me 61 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê veqetandiye.

Em dê wan çekan bidin Kievê û dê Kiev bêhtir bihêz bibe ku Rûsya nikaribe di êrişa xwe de yekalîker be.”

Sibata 2022an Rûsyayê karîbû ji sedî sedî 20ê rojhilatê Ukraynayê kontrol bike.

Artêşa Rûsyayê li herêmên Kherson, Zaporizhzhia, Donetsk û Luhanskê bi cih bûye. 

Çavkaniyên li herêmê amaje bi wê yekê dikin ku Rûsya dixwaze ji bo êrişa Kharkivê pişteniyeke 10 kîlometreyî ava bike û rê li ber topbarana Ukraynayê ya ji bo nava xaka Rûsyayê bigire

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst