Swîsre - Kesên xwedî destûra rûniştinê ya demkî dikarin cihê rûniştina xwe biguherînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Swîsreyê dê ji destpêka meha bê ve hêsankariyên nû ji bo kesên ku mafê rûniştina wan a demkî heye yan hin jî nestandine bike.

Yek ji wan guherînan ew e ku koçber hêsantir dikarin cihê jiyana xwe biguherin.

Heta niha guherîna cihên niştecihbûnê di navbera kantonên Swîsreyê de ji bo koçberên ku mafê rûniştina wan a demkî heye yan tune ye pir zehmet bû.

Ji niha û pê ve eger kesek li kantoneke din karekî bibîne û îspat bike ku zêdetirî 90 xulekan ji cihê kar dûr e û nikare here û were, dikare mala xwe bar bike wê kantonê.

Herwiha Hikûmeta Swîsreyê dixwaze êdî ji bo karê demkî hewce neke ew koçber doza rêdanê ji aliyê hikûmetê ve bikin.