Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn

11-05-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kurd Şerê Duyem ê Cîhanê Yekîtiya Sovyetê Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – 79emîn salvegera serfiraziya gelên Sovyetê di Şerê Niştîmanî ya li dijî Naziyan de li seranserê Rûsyayê bi merasîman hat pîrozkirin.

Li Moskowê di Konserwatuara Dewletê ya bi navê Çaykovskî de ahengeke taybet ji bo bibîranîna cengawerên Kurd ên Sovyetê yên ku di şerê li dijî Naziyan de cih girtine hat sazkirin.

Komeke muzîkê ya ji Başûrê Kurdistanê bi taybetî ji bo beşdariya ahenga bibiranînê hatiye vexwendin.

Şerê Duyem ê Cîhanê li Yekîtiya Sovyetê û Rûsyaya îro wekî Şerê Mezin ê Niştimanî tê binavkirin.

Ji xwe li Sovyeta berê ti malbat nebû ku herî kêm kesek jê beşdarî wê cengê nekiribe.

Bê guman beşdariya Kurdên Sovyetê jî tevî hejmara xwe ya kêm tê de berbiçav bûye.

Sê Kurd ên ku nasnavê Qehremanê Yekîtiya Sovyetê wergirtibûn, Semend Siyamendov ji Ermenistanê, Ewez Verdiyev ji Azerbaycanê û Bekir Mustafayev jî ji Gurcistanê bûn.

Di ahenga bibîranînê de hejmarek malbatên cengawerên Kurd ên ku beşdarî Şerê Duyem ê Cîhanê bûne jî amade bûn.

Nivîskara pirtûka Bîranînê Arîna Asilgujînayê ku li ser Kurdên beşdarî Şerê Duyem ê Cîhanê bûne got:

“Ji wan Kurdên Sovyetê ku beşdarî Şerê Duyem ê Cîhanê bûne, sê kes xelata herî mezin a Şerê Mezin ê Niştimanî an ku nasnavê Qehremanê Yekîtiya Sovyetê wergirtibûn.

Wan Madalyaya Zêr standibû. Ew, Ewez Werdiyev, Bekir Mustafayev û Semend Siyamendov in.”

“Ez bi bavê xwe serbilind im”

Keça Celo Acoyev cengawerê Şerê Duyem ê Cîhanê Aza Avdalî jî got:

“Bi rastî îro ji me re, ji malbata me re, ji mileta me re pir girîng e.

Ez gelekî bextewer im ku bavê min beşdarî wê cengê bûye, ji roja destpêkê heta roja dawî. 

Ji ber mêrxasî û dilêriya xwe hejmareke mezin nîşan û madalyên girîng standine.

Ew bi çend madalyayên taybet, ji ber kontrolkirina Berlînê û ji ber mêraniya xwe di cengê de hatibû xelatkirin.

Madalyayên wî nayên hejmartin.

Em wekî malbat her tim pê serbilind û şanaz in. Bibîranîna wî jî heta ku zar û neviyên wî hene dê di dilê me de her tim zindî bimîne.”

Şerê Duyem ê Cîhanê ku 57 welat tê de beşdar bûn sala 1939an heta 1945an berdewam kir.

Di dîroka mirovatiyê de wekî şerê herî bi xwîn tê zanîn.

Bi tevahî qurbaniyên wê cengê li gorî texmînên cuda di navbera 50 û 80 milyon kesî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst