Îsal çend Kurdan ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye?

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Federal a Koçber û Penaberan ragihand ku îsal 92 hezar û 545 koçberan ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye ku ji wan 18 hezar û 904 kes Kurd in.

Daîreya Federal a Koçber û Penaberan a Almanyayê derbarê hejmara Kurdên ku 2024an ji bo mafê penaberiyê serî li Almanyayê daye bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Li gorî Daîreya Federal a Koçber û Penaberan, di 4 mehên îsal de hejmara kesên ku koçî Almanyayê kiriye û gotiye em Kurd in 18 hezar û 904 kes e.

Ji van 12 hezar û 5 mêr û 5 hezar û 792 jî jin bûn. Yên di bin 16 saliyê de hejmara wan 5 hezar û 349 kes e.

Hejmara koçberên ku ji çar parçeyên Kurdistanê li Almanyayê serî li penaberiyê daye wiha ye:

Bakurê Kurdistanê: 9 hezar û 110 daxwaz

Rojavayê Kurdistanê: 5 hezar û 791 daxwaz

Başûrê Kurdistanê: 2 hezar 322 daxwaz

Rojhilatê Kurdistanê: 5 hezar 11 daxwaz

Li gorî daireya koçberan di 4 mehan de bi giştî 92 hezar û 545 kesî li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye.

Ango ji her pênc penaberên ku îsal serî li Almanyayê daye yek jê Kurd e.

Almanyayê îsal 222 welatiyên Îraqê dersînor kiriye

Piştî serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Almanyayê Berlîn û Bexdayê li ser dersînorkirina koçberên ku mafê mayîna wan a li Almanyayê nîne li hev kiriye.

Ne Hikûmeta Almanyayê û ne jî Hikûmeta Îraqê bi fermî rêkeftin piştrast nekiriye lê li gorî zanyariyên ku Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê bi taybetî ji Rûdawê û bernameya Diyasporayê re şandiye, derdikeve holê ku koçber bi hejmareke mezin û heta berî 2 hefteyan jî ji bo Îraq û Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê 10ê Gulanê li ser mijara dersînorkirina penaberên Îraqê bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Li gorî Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê îsal 222 welatiyên Îraqê ji Almanyayê hatine dersînorkirin.

Li gorî vê yekê, 169 koçber vegerandine Îraq û Herêma Kurdistanê û 53 koçber jî vegerandine welatên ku jê hatine Almanyayê.

Herwiha li gorî bersiva Wezareta Karên Navxwe, Almanyayê biryar daye ku 22 hezar û 757 welatiyên Îraq dersînor bike ku mafê rûniştina demkî ya 20 hezar û 611 kesan heye.

Li aliyê din li gorî amarên hikûmetên herêmên Bavyera û Nordrhein-Westfalenê ku li ser koçberên Îraq û Herêma Kurdistanê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re şandine, li van her du herêman hejmara herî zêde ya koçberan ji Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî amarên ku wan hikûmetan vê hefteyê ji Rûdawê re şandine, li Bavyerayê 77 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin û 288 jî bi dilê xwe vegeriyane Îraq û Herêma Kurdistanê.

Sala 2024an herêma Nordrhein-Westfalenê ti kampanyayeke dersînorkirina komî li dar nexistiye û li gorî agahiyên Rûdawê ji 27 welatiyên Îraqê yên ku ji wê herêmê hatibûn dersînorkirin, 14 kes vegerandibûn Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst