Amerîka: Divê Peymana Şingalê were bicihkirin

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Peymana Şingalê Amerîka Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew bi hemû awayî piştevaniya bicihkirina Peymana Şingalê dikin.

Herwiha wezaretê diyar kir ku ew hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê jî teşwîq dikin ku gavên pêwîst ji bo çareserkirina pirsa vegera penaberan a Şingalê û dabînkirina pêdiviyên wan bavêjin.

Berdevkekî Wezarata Karên Derve ya Amerîkayê li ser rewşa niha ya Şingalê û pirsa Kurdên Êzidî ji Rûdawê re axivî û got:

“10emîn salvegera Komkujiya Êzdiyan e, îsal bîranîneke pir girîng e ji bo peydakirina pêwîstiyên civaka Êzidî.”

Peymana Şingalê 2020îan di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin lê heta niha nehatiye bicihkirin.

Ew berdevkê Wezarata Karên Derve ya Amerîkayê li ser Peymana Şingalê jî wiha axivî:

“Amerîka hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê teşwîq dike ku gavên pêwîst ji bo bicihkirina Peymana Şingalê bavêjin û qonaxa veguhêz a darizandin û berpirsyariya tawanên navneteweyî yên DAIŞIê bi pêş ve bibin.”

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku di serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê de Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Uzra Zia piştevaniya welatê xwe ji bo bicihkirina tam a Peymana Şingalê ligel hikûmetên Îraq û Kurdistanê dubare kiriye.

Wî herwiha got, Amerîka hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê teşwîq dike ku ji bo çareserkirina pêdiviyên wan, di nav de bi rêya projeyên jinûveavakirin û bipêşxistina warê Şingalê rasterast bi civakên etnîkî û olî bişêwirin.

Herwiha divê ew pirsgirêkên ewlehiyê werin çareserkirin û çareseriyeke demdirêj û derfeteke ewle, bi dilxwazî û bi rûmet ji bo vegera Êzidiyan bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst