Maduro: Serokê berê yê îstîxbaratê ji CIAyê re sîxurî kiriye

11-05-2019
RÛDAW
Serokê berê yê Saziya Îstîxbaratê ya Venezuelayê weke sîxurê CIAyê tohmetbar dike
Serokê berê yê Saziya Îstîxbaratê ya Venezuelayê weke sîxurê CIAyê tohmetbar dike
Nîşan Nicolas Maduro Venezuela CIA Sîxur
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Vanezuelayê Nicolas Maduro, serokê berê yê Saziya Îstîxbaratê ya welatê xwe wek yek ji sîxurên îstîxbarata Amerîkayê CIAyê tohmetbar dike û dibêje, ew yek ji wan sedeman bû ku niha alozî û tevlîhevî li Vanezuelayê çêbûye.

 

Nicolas Maduro ragihand ku serokê berê yê Saziya Îstîxbaratê ya Vanezuelayê Christopher Figuera sîxurî ji CIA ya Amerîkî re kiriye û bi hevahengiya ligel Serokê Opozisyona Vanezuelayê Juan Guaido hewl dane li welat darbeyê bikin.

 

Maduro got, belge li ber dest in ku dema salekê dibe Figuera ji aliyê CIAyê ve hatiye rasipardin û bi armanca hilweşandina hikûmeta Vanezuelayê wek xayîn û sîxurekî wê saziyê kar kiriye.

 

Serokê Vanezuelayê Nicolas Maduro dibêje, di nêzîk de Christopher Figuera ji aliyê dadgehê ve tê cezakirin û divê baca xiyaneta xwe bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst