Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî dê li Almanyayê bi beşdariya 400 kesî bi rê ve biçe.
Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî Dilşad Neman got, “Kongre ji bo xizmeta civakê ye.”
Hejmarek çalakvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên Êzidî li Almanyayê amadekariya lidarxistina Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî dikin.
Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî dê meha Îlonê li bajarê Hannoverê yê Almanya were lidarxistin û dê 400 nivîskar, çalakvan, rewşenbîr û kesayetiyên olî yên Kurd ên Êzidî beşdar bibin.
Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî Dilşad Neman doh bû mêvanê bultena Korojê ya Rûdawê pirsên li ser mijarê bersivandin.
Dilşad Neman li ser Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî ji Rûdawê re ragihand:
“Kongre dê 2 rojan berdewam bike û armanc ew e ku ji bo komkirina Êzidiyên li diyasporayê komeleyekê damezirînin ku bibe sîwanek.”
Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Êzidî-Êzidî Dilşad Neman li ser armanca kongreyê her wiha anî ziman:
“Armanc piştî parçebûn, cudahî û nakokiyên di navbera Êzidiyan de civandin e.
Di her civakeke biçûk a wekî me Êzidiyan de dema komkujî bi serê wan de tê zêdetir diçine nav xwe.
Mixabin civaka me ji ber nezanîna me û prensîb û dan û standinê ev nanokiyên wiha mezin bi qasî ku ew qas komkujî bi serê me de hatin di navbera me de rû dane.
Em hewl didin wekî armanca yekem van hizr û nêrînên cuda amade bikin û wekî maleke Êzidiyan dûrî hesabên siyasî li hev kom bikin.
Li cem me nêrîna me ya li ser her Êzidiyekî çi alî dibe bila bibe wekî hev e.
Em ne li pişta kesekî û ne li dijî kesekî ne lê bi nêrîna me hazirî wekî gavekê ye ji bo yekrêziya Êzidiyan.”
“Armanc ew e ku em hinek çareseriyan bibînin”
Dilşad Neman li ser armanca kongreyê her wiha da zanîn:
“Armanca duyem jî ew e ku em bi hev re gilî û gazin û pirsgirêkên kûr bikolin û hinek çareseriyan bibînin.
Dibe ku ez xwedî hizrekê bim û yekî din xwedî hizrekî din ê siyasî be, eger em hemû destên hev bigirin û nîqaşan bikin em bawer in ku pirsgirêkan çareser bikin.”
Dilşad Neman li ser pirsa hevahengiya li gel Mîrê Kurdên Êzidî û Baba Şêx got:
“Me ew û Civata Rûhanî ya Êzidiyan tev hatine vexwendin û gelek oldar jî hatine vexwendin.
Gelek rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên civakî û siyasî jî hatine vexwendin.
Êzidiyên Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Ermenistan, Gurcistanê, Rûsya û Ukraynayê û welatên din jî bêpar nebûne.”
Neman li ser komîtaya amadekar jî anî ziman:
“Kesên xwedî hizrên cuda cuda hene. Her kes wekî hev nafikire, me soz ji kesên ku tên kongreyê soz standiye ku dema tê hizrên xwe yên siyasî li ber deriyê kongreyê bihêlin.”
Dilşad Neman li ser çaksaziyên ku dixwazin bikin got:
“Kongre ji bo xizmeta civakê ye, giradaneke wê ya bi siyasetê û olê re nîne.
Bila xelk ji me bibihîse, ne ji hinek kesên li ser navê me diaxivin.
Em bi zelalî dibêjin, ev projeyeke medenî ye, ji bo xizmeta civaka Êzidiyan e.
Ew 400 kes dê biryarê bidin ku nîqaşa çi bikin û paşê dê li ser biryarê bidin ku dê hemû Êzidî qebûl bikin.”
Neman li ser nekirina kongreyê ya li Kurdistanê jî anî ziman:
“Armanca kongreyê damezirandina civakeke Êzidiyan a li diyasporayê ye, li derveyî welêt e ku dê li Almanyayê be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse