Li Brîtanyayê çarenivîsa bi hezaran koçberan ne diyar e

11-04-2024
RÛDAW
Li Brîtanyayê çarenivîsa bi hezaran koçberan ne diyar e
Li Brîtanyayê çarenivîsa bi hezaran koçberan ne diyar e
Nîşan Brîtanya Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê projeyasaya nû ya koçberiyê ji bo rêgirtina li hatina koçberan û kêmkirina rêjeya wan qebûl kir.

Penaber li pêşiya dêreke bajarê Hallê yê li rojhilatê Brîtanyayê disekinin ku xwarina belaş bistînin.

Mafê mayîna piraniya wan hatiye redkirin û bi awayekî neyasayî li Brîtanyayê dijîn.

Hefteyê rojekê li dêrê belaş xwarin û xizmetguzariyên sereke ji wan re tên dayîn.

Çalakvanê di warê koçberan de Jean Mersyer got:

“Nêzîkî 300 heta 400 kes li cem me hene ku penaberiya hemûyan hatiye redkirin.

Ew di rewşeke xirab de dijîn. Hejmareke me ya zêde heye û piraniya wan di parkan de radizin.”

Ew penaberên ku mafê wan ê mayînê hatiye redkirin nikarin ti alîkariyekê ji dewletê wergirin.

Sekîla yek ji wan koçberan û ji Zîmbabweyê bi qaçaxî çûye Brîtanyayê.

Ew 18 sal in li Brîtanyayê dijî û heta niha jî mafê niştecihbûnê wernegirtiye.

5 daxwaznameyên wê jî hatine redkirin.

“Min ti carî xeyal nedikir”

Penabera bi navê Sekîlayê anî ziman:

“Min ti carî di xeyalê de jî hizra jiyaneke wiha nekiriye lê ti kesî gefa dersînorkirinê li min nexwariye û ew tenê dibêjin eger bixwazî daxwaza xwe vegere.”

Li gorî amarên Hikûmeta Brîtanayayê mafê mayîna 55 hezar penaberan hatiye redkirin û hîn jî nehatine dersînorkirin û li Brîtanyayê dijîn.

Ji sala 2021ê ve ji sedî 51ê penaberên ku daxwazên wan cara yekem hatine redkirin, cara duyem  hatine qebûlkirin.

Sala borî zêdetirî 93 hezar penaberan daxwaza mafê niştecihbûnê kiriye.

Zêdetirî 10 hezar ji wan Efxanistanî bûn û di pileya duyem de welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên ku zêdetirî 7 hezar daxwazname pêşkêş kirine.

Zêdetirî 125 hezar penaber jî li benda bersiva daxwaznameyên xwe ne.

Ji destpêka îsal ve zêdetirî 5 hezar koçberan bi rêya beleman xwe gihandine Brîtanyayê ku ev jî li gorî heman dema par ji sedî 42 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst