Nimêja cejnê li Moskowê: 'Em cilên Kurdî li xwe dikin'

11-04-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Kurdekî li Moskowê bi cilên Kurdî çû nimêja cejnê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kurdekî li Moskowê bi cilên Kurdî çû nimêja cejnê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Moskow Cejna Remezanê Mizgefta Mezin a Moskowê
A+ A-

Moskow - (Rûdaw) – Misilmanên ji neteweyên cuda yên ku li Moskowê dijîn, cejna Remezanê pîroz kir.

Misilman serê sibehê çûn Mizgefta Mezin a Moskowê û wan li hewşa mizgeftê cihê xwe girt.

Xelat xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê ye.

Ji ber ku dema nimêjê cih li mizgeftê namîne Xelat berî ku nimêja cejnê dest pê bike bi saetekê çûye mizgeftê.

“Em bi taybetî cil û bergên Kurdî li xwe dikin”

Xwendekarê Zanîngeha Bijîşkiyê Xelat Mizûrî wiha behsa dilxweşiya xwe kir:

“Îro bi helkefta cejna Remezana pîroz ez hatime Mizgefta Mezin a Moskowê.

Ez zû hatime, ji ber ku min diviya li rêzên pêşiyê bim di nimêjê de.

Îro ez gelekî dilxweş bûm.

Erê em li derveyî welatê xwe ne, em li xerîbiyê ne lê li vir jî hestên me xweş in.

Em bi taybetî cil û bergên Kurdî li xwe dikin û ew jî ruhiyetekê dide mu ku em çanda xwe ji bîr nekin.”

Mizgefta Mezin a Moskowê ku nêzî 10 hezar kes lê bi cih dibin, têrî rojîgiran nake.

Ji ber vê yekê bi dehan hezaran nimêjker li hewşê û li ser kolanan ref girtine.

“Jiyana li derve zehmet e lê hesteke xweş e”

Yêsif Enwerê xwendekar zehmetiya dûrketina ji warê bav û kalan wiha anî zimên:

“Jiyana li derveyî welat ji bo me xwendekaran hinekî zehmet e.

Ji ber ku dema tu li gel malbata xwe bî, xweştir e, hesteke xweştir e.

Her wiha hesta dûrbûna ji welat tiştekî sext e lê spas ji Xwedayê Mezin re em komek hevrêyên ezîz kom bûne.

Înşela em vê cejnê bi xweşî bibin sêrî. Xweşî û şahî ji bo hemû aliyan be înşela.”

Îsal dedbîrên ewlehiyê yên li dor mizgeftê gihîştine asta herî bilind.

Miftiyê Rûsyayê di destpêka xutbeya xwe de qurbaniyên êrişa ku 22 Adarê li hola ahengê ya Crocus City Hallê pêk hatibû, bi bîr anîn.

“Polîs jî li dor mizgeftê zêde bûne”

Rustamê ku Teterê Moskowê ye da zanîn ku li derdora mizgeftê tedbîrên ewlehiyê zêde bûne û pê de çû:

“Di rastiyê de her rojên înê li vê derê gelek polîs hene. Ez êdî fêrî vê rewşê bûme.

Jixwe bi zêdebûna koçberan re polîs jî li dor mizgeftê zêde bûne, berê ne wisa bû.”

“Dê çawa derkevin pêş Xwedê?”

Mînnîbek jî Teterê Moskowê ye, wî amaje bi rewşa piştî êrişê kir û got:

“Ev mizgefta me ya dîrokî ye. Ez û hevalên xwe, em hemû ji zarotiyê ve tên vê mizgeftê.

Piştî wê êrişê niha her Misliman wekî mirovekî reş û birih tê dîtin ku bi niyeta xirab hatibe vê derê.

400 mirov! Ji bo çi? Ji bo 500 hezar rublî!

Bi ser de jî di meha Remezanê de! Ew tiştekî erjeng e!

Ew dê çawa derkevin pêşberî mirovan, dê çawa derkevin pêşberî Xwedê? ”

Êrişa li Crocus City Hallê ya li Moskowê bi awayekî berbiçav karîgerî li hejmara bawermendan kiriye ku ji bo nimêja cejnê hatine ber Mizgefta Mezin.

Îsal herî zêde 18-20 hezar kes kom bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst