Netewên Yekbûyî li ser êrîşa ku Mazlum Ebdî hatibû armanckirin daxuyaniyek da

11-04-2023
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekbûyî Firokexaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrişa esmanî ya li nêzîkî karwana ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî di nav de bû bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê da û got “Hikûmeta Iraqê heta niha ti gilî nekiriye.”

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Berdevkê Netewên Yekgirtî (NY) Stephane Dujarric tekezî li ser piştevaniya tam ji bo yekparçeyiya axa Iraqê kir û got, "Em daxwaza rêzgirtina li serweriya xaka Iraqê dikin."

Li aliyeke din çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Iraqê jî piştrast kir ku heta niha welatê wî ti gilî li Neteweyên Yekbûyî nekiriye.

Di 7ê Nîsanê de li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê êrîşeke hewayî hate kirin û hate gotin ku armanca êrîşê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdîayên ku dibêjin Mazlûm Kobanî hatiye hedefgirtin derewand û got, “Fermandarê me yê giştî li ser erka xwe ye. Ev cure nûçe bi armanca şantajeke siyasî li dijî hinek hêzên Herêma Kurdistanê ne.”

Piştre Berpirsê Ragihandinê yê DSG’ê Ferhad Şamî destnîşan kir ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di dema êrîşa Dronî ya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê de li Silêmaniyê bûye.

Geştên esmanî hatin rawestandin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3’ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkiyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatiye nîşandan.

Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên xwe ji bo Silêmaniyê dikirin, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku wan hemû geştên balafirgeha Silêmaniyê dane sekinandin.

Daxuyaniya Amerîkayê

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) Joe Buccino ragihand ku leşkerên Amerîkî jî di konvoya armanckirî de bûn.

Daxuyaniya Mazlum Kobanî

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî diyar kir karwana li Silêmaniyê ku di nav de hêzên Amerîkayê û Antî Terorê (CTG) jî di nav de bûn, hate armancgirtin û got, “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst