Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Petersonê yê ser bi eyaletê New Jerseya li Amerîkayê melayê mizgeftê wexta ku nimêja sibê dida kirin, rastî êrîşê hat.
Sayed El Naqibê melayê mizgefta bi navê Omar Mosqueyê, 9ê nîsanê roja Yekşemê ser nimêja sibehê wextê çû secdeyê bi destê êrîşkarê ku xwe di nava cimaetê de veşartibû hat kêrkirin.
Êrîşkarê bi navê Şerîf Zorba (32) di kameraya ewlehiyê de tê dîtin ku di rêza sêyem de rûniştiye û wexta ku cimaet diçe secdeyê, xwe bi ser mirovan re davêje û melayê 65 salî ji piştê ve kêr dike.
Şerîf Zorba paşê bi kêra destê xwe gefan li kesên derdorê dixwe. Dema ku dixwaze ber bi deriyê derva yê mizgeftê ve bire, cimaet wî digire û radestî polîsan dike.
El Naqib bo nexweşxaneya Saint Josephê hatiye veguhestin û hat zanîn ku metirsiya birîna wî tuneye.
Êrişker hat desteserkirin û bi sûcê "li ser xwe çeka bê ruhset gerandiye û hewla kuştina kesekî kiriye" tê tohmetbarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse