Parêzerê navdewletî yê Sedam Husên koça dawî kir

11-04-2021
RÛDAW
Nîşan Ramsey Clark Sedam Husên Parêzerê Navdewletî Lyndon Johnson Rejîma Beis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berê yê Dadê yê Amerîkayê û endamê tîma parêzerên Serokê berê yê rejîma Beis Sedam Husên, di 93 saliya xwe de koça dawî kir.

Dezgeh û Ofîsa Lyndon Johnson roja Şemiyê, 10/04/2021, nûçeya koça dawî ya Wezîrê Berê yê Dadê yê Amerîkayê û endamê tîma parêzerên Sedam Husên, Ramsey Clark ragihand.

Ramsey Clark ku ji sala 1967 ta 1969an Wezîrê Dadê yê Amerîkayê bû, li gor rojnameya New York Times li mala xwe ya li bajarê Manhattan ê li wîlayeta New Yorkê koça dawî kir.

Serokê Kubayê Miguel Díaz-Canel jî derbarê koça dawî ya Clark de ragihand, “Kesekî pak bû, li kêleka me rawestiya di şerên yekalîker de. Ew zilm şermezar kir ku welatî wî li seranserê cîhanê kir.”

Ramsey Clark wê dema ku Wezîrê Dadê bû, serpereştiya pêşxistina “yasaya dadperwerane ya niştecîkirinê” kir ku zîncîre yasayek bû li dijî cudakariya niştecîkirinê. Herwiha li dijî cezayê darvekirinê bû.

Ramsey Clark li dijî destwerdana serbazî ya welatê xwe bû ji şerê Viyetnamê heta şerê Iraqê.

Ew parêzerê Amerîkî kar li ser hejmareke dosyeyên mezin kir ku ji wan jî berevanîkirina li Sedam Husên di dema dadgehîkirinê de. Clark parêzerê bangxwazê îslamî yê Misirê Omer Ebdulrehman jî bû.

Herwiha Ramsey Clark yek ji şêwirmendên yasayê yên Serokê berê yê Sirbiyayê Slobodan Milošević bû berî ku li Dadgeha Navdewletî ya Tawan bê dadgehîkirin.

Parêzer, siyasetmedar û çalakvanê mafên mirov Ramsey Clark 18ê Berfanbara 1927an ji dayîk bû. Koleja Mafên Mirovan ya Zanîngeha Chicago temam kir.

Clark endamê Partiya Demokrat bû û ji 28ê Çileya 1965an ta 10ê Adara 1967an Cîgirê Dozgerê Giştî yê Amerîkayê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst