Sûdan li benda “daxuyaniya giring” a artêşê ye

11-04-2019
RÛDAW
Rewş li Sûdanê aloz e û artêşa wî welatî dibêje dê daxuyaniyeke giring belav bike. Wêne: Reuters
Rewş li Sûdanê aloz e û artêşa wî welatî dibêje dê daxuyaniyeke giring belav bike. Wêne: Reuters
Nîşan Sûdan Xwepêşandan Kûdeta Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewş li Sûdanê gellek aloz bûye û hêzên artêşa wî welatî li cade û cihên giring ên Xartûm a paytext hatine bicihkirin. Hêzên artêşê herwiha dora koşka serokatiya wî welatî jî girtine, televîyona dewletî ya Sûdanê jî dibêje, di demek nêzîk de artêş dê daxuyaniyeke giring bide.

 

Li gor dawî agahiyên ku ji Sûdanê tên, encûmena leşkerî ya demkî li wî welatî dest daniye ser deshilatê û Serokê Sûdanê Omer el Beşîr di nav mala xwe de desteserkirî ye. Herwiha hin agahî jî wiha nîşan didin ku el Beşîr dest ji kar berdaye û artêş hewl dide kesekî weke Serokê Encûmena Leşkerî ya Veguhêz diyar bike.

 

Herwiha li gor agahiyên medyaya Sûdanê, Serokwezîrê Sûdanê Mihemed Tahir Eyla û cîgirekî Serokê Sûdanê hatine girtin, hevdem Serokê Sûdanê Omer el Beşîr jî di nav mala xwe de desteserkirî ye.

 

Piraniya berpirsên partiya deshilatdar a Sûdanê jî ji aliyê hêzên Artêşa Sûdanê ve hatine girtin.

 

Li bajarê Xartûm a paytexta Sûdanê jî bi hezaran kes ji xelkê wî welatî di nav kolanan de siloganên serkevtinê û rûxandina deshilata el Beşîr dibêjin.

 


Li gor agahiyan, zirêpoş û tankên artêşa Sûdanê di nav kolan û cihên giştî de belav bûne û biryar e artêşa wî welatî daxuyaniyekê derbarê dûrxistina el Beşîr û serokê hikûmetê wî de belav bike.

 

Herwiha artêşê li paytexta Sûdanê bajarê Xartûmê dora avahiya Koşka Serokomariyê jî girtî ye.

 

Artêşê herwiha di saetên destpêkê yên îro Çarşemiyê de, dest bi ser radyo û televîyona dewletê de girt. Radyo û televîzyona dewletî yên Sûdanê, ji sibehî ve sirûd û stranên netewî û niştimanî diweşînin.

 

Herwiha di jêrenivîsa televîzyona Sûdanê de tê gotin, ku artêş dê di nav demeke kin de daxuyaniyeke girîng bide.

 

Li Sûdanê xelk ji 19ê Kanûna 2018an ve li dijî rêveberiya Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ku dema 30 salan e li wî welatî desthilatdar e, xwepêşandanan dikin. Gera herî dawî ya xwepêşandanan, îro derbasî şeşemîn roja xwe bû.

 


Di çend rojên bihorî de xwepêşandanên li Sûdanê berfirehtir bûn û hêzên hikûmetê jî bi tundî rûbirûyê xwepêşanderan bûn û bi dehan kes ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Omer el Beşîr ve hatin kuştin. Di tundûtîjiyên herî dawî yên wî welatî de 22 kes hatin kuştin, ku 5 kes ji wan serbazên artêşa Sûdanê bûne.

 

Endamê Desteya Pîşegerên Sûdanê Omer Xalid ku serkêşiya xwepêşandanan dike, ji Rûdawê re ragihand, di xwepêşandanan de zêdetirî 100 kesan hatine kuştin.

 

Omer el Beşîr di sala 1989an de bi kûdetayeke leşkerî li Sûdanê desthilat girte destê xwe û di sala 1993an de xwe weke Serokomarê Sûdanê nasand.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst