Li Sûdanê artêş ket avahiya têlevîzyona dewletê

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Sûdanê artêşê dora televîzyon û radyoya dewletê girt û leşker ketin hindur.

 

Li li  kuçe û cadeyên paytexta Sûdanê bajarê Xartûmê û çend bajarên din leşkerên artêşa wî welatî bi cih bûne.

 

Îro Pêcşemê (11.04.2019) ji sibê pê ve televîzyon û radyoya dewletê sirûd û stranên neteweyî diweşînin, di jêrenivîsa televîzyonê de tê gotin ku artêş dê di nav demeke kin de daxuyaniyeke girîng bide. 

 

Şahid dibêjin ku artêşê li Xartûmê dora avahiya Qesra Serokomariyê jî girtiye.

 

Ji aliyekî din ve li ser bangewaziya serokatiya Odeyên Pîşeyan ên Sûdanê (SPA) bi hezaran Sûdanî li paytextê ber bi biryargeha artêşê ve dimeşin.

 

Li Sûdan xelk ji 19ê Kanûna 2018an ve li dijî rêveberiya Serokê Sûdanê Omer El Beşîr ku 30 sal in desthilatdar e, xwepêşandanan dikin.