Rêxistinên mafên mirovan dadgehkirina berpirsên DAIŞê dixwazin

11-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî (IGFM) û Navenda Mafên Mirovan ya Cottbûs (Menschenrechtszentrum Cottbus/Almanya) kampanyeke îmzeyan dane destpêkirin, da ku Neteweyên Yekbûyî li bajarê Den Haag yê Holendayê dadgeheke taybet ji bo şopandina tawanên şer yên DAIŞê li hemberî kêmîneyên netewî û olî ava bike.

Rêxistinên navborî diyar dikin ku giregirên DAIŞê yên ji tawanên şer yên hovane û komkujiyên li hemberî kêmîneyên olî û netewî berpirsyar in, gelek caran bêyî hesabdayînê filitîne û divê li pêş dadgeheke navnetweyî bên cezakirin.

Rexistinên mafên mirovan dadgehên taybet ên ji bo şopandina tawanên şer yên li Rûwanda û Yûgoslavyayê wek mînak dibînin û diyar dikin ku ev mînaka baş divê bê domandin, da ku berpirsyarên tawanên şer yên li Sûrî û Iraqê bêyî ceza nemînin.

Kampanyaya IGFM, ya ku navenda wê li Frankfurta Almanyayê ye, wê heta 3ê Tebaxê (roja ku DAIŞê bi ser herêmên Êzdiyan li Şingalê de girt) bidome û destnîşanên komkirî wê 1ê Îlonê –roja navnetewî li dijî şer - li Genevreyê radestî Neteweyên Yekbûyî ben kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst