Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku divê demeke zû aştî û aramî li Sûriyeyê pêk were.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir û karvedanên wê peymanê berdewam dikin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê derbarê peymanê daxuyaniyek da Nûçegihanê Rûdawê Mehdî Ferec.
Wezareta Karên Derve ya Çînê di daxuyaniya xwe de xwest ku demeke zû aştî û aramî li Sûriyeyê pêk were.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê de wiha hat gotin:
“Aliyê Çînî girîngiyeke mezin dide rewşa Sûriyeyê û ji aliyên têkildar dixwaze ku rêzê li prensîpa giştgirî bigirin û pabend bin.
Her wiha em dixwazin ku bi rêya diyalogê planeke avakirinê bibînin ku li gel îradeya gelê Sûriyê re hevaheng be û bi lezgînî aştî û aramî li Sûriyetê pêk bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse