Bruksel: Alaya Swêdê li baregeha NATOyê hat daliqandin

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Swêd NATO Bruksel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alaya Swêda ku wekî 32emîn endamê NATOyê tevlî hevpeymaniyê bû, cihê xwe li baregeha li Bruksela Belçîkayê girt.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Prensesa Swêdê Victoria, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û endamên kabîneyê, Serokwezîra berê Magdalena Andersson ku ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribû û rêveberên partiyên siyasî beşdarî merasîma ku li navenda NATOyê hat lidarxistin bûn.

Berî merasîmê Stoltenberg û Kristersson civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Stoltenberg diyar kir ku Swêd di bin parastina madeya 5emîn de cihê xwe yê rast di nava NATOyê de girt û got:

“Tevlîbûna NATOyê hem ji bo Swêdê hem ji bo aramiya herêma bakur û hem jî ji bo ewlehiya tevahiya hevpeymaniya me baş e.”

“NATO mezintir û bihêztir bû”

Stoltenberg diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn berî 2 salan dema êrişî Ukraynayê kir, armanca wan ew bû ku NATOyê û cîranên wê zêdetir kontrol bike û anî ziman:

“Lê ew şaş bû. NATO mezintir û bihêztir bû.”

Stoltenberg anî ziman ku NATO li bendê ye ku Swêd bibe hevpeymanekî bi biryar û got:

“Ti planên zêdekirina hejmara hevpeymanên xwedî çekên nukleerî nîne. Helbet em helwesta xwe ya li hemberî hêzên konvansiyonel her tim dinirxînin.

Lê tu plana me nîne ku em wekî li dewletên Baltikê li Swêdê jî komeke şer ava bikin.”

Kristersson jî ji ber hewldanên Stoltenberg û ji bo erêkirina endamtiya welatê wî spasiyên xwe pêşkêşî hevpeymaniyê kir û got:

“Em nefsbiçûk in lê di heman demê de serbilind in. Em dizanin ku hêviyên ji Swêdê mezin in lê hêviyên me yên ji xwe jî mezin in.”

Piştî axaftina her du aliyan bi sirûdên neteweyî alaya Swêdê li gorî rêza alfabeyê di navbera alayên Tirkiye û Spanyayê de cihê xwe girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst