Koça xelkê ya ber bi Ewropayê ve berdewam e: ‘Hinek dibin qurbanî!’

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 13 salan ji şerê navxwe Sûriyeyê û têkçûna aboriya wî welatî, xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo ku xwe bigihîne Ewropa xwe li her rêyê diqelibîne.

Yek ji rêyên ku koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwe lê diqelibînin, rêyên Cezayir, Libya û Mexribê ne.

Xelk diçe wan welatan, piştre bi rêya deryayê berê xwe dide Spanya yan jî Îtalyayê.

Hinek koçberab ji Mexribê xwe gihandiye peravên Spanyayê.

Polîsên Madrîdê dibêjin, beşek ji wan xelkê Sûriyeyê ne.

Berdevka Polîsên Niştimanî yên Spanyayê Christina Moralesê got:

“Rêya koçberiyê li welatên Asya, Ewropa û Efrîkayê li ser her koçberekî 20 hezar euroyî dibe mal.

Ew grûpên tawankar ên ku koçberan vediguhêzin salane 2,5 milyar euroyî bi dest dixin.”

Derbasbûna koçberên Sûriyeyî yê Ewropayê di demekê de ye ku welatên Ewropî rêkarên xwe yên li dijî koçberan roj bi roj tundtir dikin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navdewletî heta 4ê mehê, 25 hezar koçberan xwe gihandine welatên Ewropayê ku 415 kes ji wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Herwiha, par ji 278 hezar koçberên ku çûbûne wan welatan, 34 hezar û 556 kes xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûn.

“Hinek dibin qurbanî”

Berpirsrkî bajarê Kaleyê Jaques Blilant anî ziman:

“Yên tên Sûriyeyî ne lê belê ji Sûriyeyê bi belemê bi rê nakevin. Beşek ji wan kesên ku ji Sûriyeyê tên dibin qurbanî.”

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, par 181 hezar koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxwaza mafê penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine.

Bi wê yekê jî li gorî sala par daxwaza penaberiyê ji sedî 34 zêde bûye.