Kurdistan ji bo hikûmeta elektronîk sûd ji tecrubeya Estonyayê werdigre

11-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Estonya Hikûmeta Elektronîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li paytexta Estonyayê bajarê Tallinê li gel Cîgirê Serokwezîrê Estonyayê Taimar Peterkop civiya.

 

Li gor ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Estonyayê hat kirin, bi taybetî di warê sûdwergirtina ji sîstema hikûmeta elektronîk a pêşketî de û çawaniya sûdwergirtina Herêma Kurdistanê ku dê bibe sedema hêsankariya karûbarên hikûmetê û xizmeta baştir ji bo xelkê.

 

Rayedarên Estonyayê qonaxên hikûmeta elektronîk a welatê xwe ji Qubad Talebanî re vegotine û herwiha amadebûna xwe nîşan dane ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

 

Îro duşemê li ser vexwendina Serokwezîrê Astonyayê, Qubad Talebanî gihişte Tallina paytexta Komara Estonyayê.

 

Armanca serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bilî bihêzkirina peywendiyên du alî, aşnabûna bi tecrubeya pêşketî ya Estonyayê di warê hikûmeta elektronîk de û bisîstemkirina saziyên Herêma Kurdistanê bû.

 

Estonya welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê ye , di sala 1991an de weke yek ji komarên Yekîtiya Sovyeta berê, serxwebûna xwe wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst