Kîmyagera Kurd Faniya Îsmaîl bi dahênana xwe ket rojeva Brîtanyayê

11-03-2019
Kurdistan Hesen
Kîmyagera Kurd a li Brîtanyayê, Faniya Îsmaîl ji destê Serokwezîra Brîtanya Theresa May xelat wergirt.
Kîmyagera Kurd a li Brîtanyayê, Faniya Îsmaîl ji destê Serokwezîra Brîtanya Theresa May xelat wergirt.
Nîşan Jin Kurd Faniya Îsmaîl Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jina Kurd a hemwelatiya Brîtanyayê, Kîmyager Dr. Faniya Îsmaîl, bi dahênana xwe ya maddeya îzoleya kaxez li Brîtanyayê kete rojevê. Faniya Îsmaîl ji Serokwezîr Theresa May xelat wergirt.

 

Dr. Faniya Îsmaîl ku di 1995an de ji payteşt Hewlêrê koçî Brîtanyayê kiriye, hewl dide ku bi rêya dahnêna xwe ya nû ya maddeya îzolekirî, qedehên kaxezî yên bêplastîk çêbike, lewre di vî kaxezî de plastîk tune.

 

Kîmyagera Kurd Faniya Îsmaîl derbarê vê dahênana xwe de ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku dema ew çûye Brîtanyayê, tenê peyvek jî bi îngilîzî nezanibûye, lê belê niha rewşa wê pir guheriye.

 

Faniya Îsmaîl, di derbarê dahênana xwe ya zanistî de got: “Di hilberîna qedehên qehweyê yên hazir de plastîk pir tê bikaranîn û plastîk jî ziyanê dide tenduristiya mirovan û sirûştê. Ji ber vê yekê min, maddeyeke cuda ku qedehên kaxezî îzole dike, hilberand. Ev madde dema li kaxez tê sepandin, nahêle ku ew kaxez ava germ an jî sar derbas bike.”

 

Kîmyager Faniya Îsmaîl bi vê dahênana xwe ya hawirdost, sûdê li aboriya Brîtanyayê jî dike.

 

Dahênana Faniya Îsmaîl ku ji alî tenduristî û aboriya tenduristiyê ve giranbûha ye, ji alî Serokwezîra Brîtanya Theresa May ve jî bi baldarî hate pêşwazîkirin. Theresa May, Kîmyagera Kurd Faniya Îsmaîl û 10 jinên serkeftî yên vî welatî vexwende Koşka Serokwezîrtiyê û ji ber xebatên wan ên zanistî xelat pêşkêşî wan kir.

 

Ji ber vê serkeftina Dr. Faniya Îsmaîl, li gel vê xelatê her wiha 50 hezar pound pere û şêwirmendek jî jê re hate terxandin.

 

Kîmyagerê Îngilîz Jeff Pedfit, di derbarê jina Kurd Dr. Faniya Îsmaîl de anî ziman ku wê îmzeya xwe li dahênaneke pir serkeftî xistiye û got: “Ev maddea ku Faniya dahênaniye, dikare di gellek warên din de jî bê bikaranîn. Siberoja wê geş xuya dike, lê belê ji bo karên wê baştir bibin, pêwîst e bi kompaniyên din re jî bixebite.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst