Navenda Nûçeyan – Senator Rand Paul ku ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê namzed e ragihand divê ji bo serxwebûna kurdan derfet bên dabînkirin û wiha got: “Ezê ji bo Kurdistanê sînorên nû danim û ez soza dewletbûnê didim kurdan.”
Rand Paul ji Breibart Newsê re got piştevaniya Amerîka heta niha dayî kurdan kêm e û pêwîst e li hemebrî DAIŞê zêdetir çek ji bo kurdan bên şandin.
Paul anî ziman şervanên herî baş kurd in û wiha domand: “Çekên ji bo kurdan tên şandin diçin Bexdayê û li wê derê hin çek tên dizîn û paşê çek digihjîn Kurdan. Divê ji bo kurdan çek yekser bên şandin.”
Paul amaje kir ku divê ji bo kurd dewleta xwe ava bikin derfet bên peydakirin û wiha pê de çû:
“Ezê ji bo Kurdistanê sînorên nû çêbikim û ez soza dewletbûnê didim wan. Ez bawer dikim ku heger em dewleta wan radestî wan bikin ewê bihêztir li dijî rêxistinên tundraw şer bikin. Bêguman gotina vê yekê ji pêk anîna wê hesantir e. Herwiha ji bo avakirina dewletek nû divê hin dever ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê bên standin.”
Di sala 2016an de dê hilbijatinên serokatiya Amerikayê bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse