Serokwezîrê berê û hevjîna wî bi destên hev girtin û wan xwe kuşt

11-02-2024
Nîşan Dries van Agt Eugenie van Agt-Krekelberg Otanazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dries van Agtê ku di navbera salên 1977 û 1982yan de Serokwezîriya Holendayê kiribû û hevjîna wî Eugenie van Agt-Krekelbergê bi rêya otanaziyê xwe kuşt.

The Rights Foruma ku Dries van Agt avakarê wê bû, xebera mirina hevjînên 93 salî da.

The Rights Forumê diyar kir ku her du roja duşemê mirine û dê li bajarê Nijmegenê yê li rojhilatê Holendayê bi merasîmeke taybet werin veşartin.

The Rights Forumê di daxuyaniya xwe de got, her du zêdetirî 70 salî bi hev re jiyane û wan bi destê hev girtiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Li gorî agahiyan, demên dawiyê tenduristiya her duyan jî xerab bû.

Dries van Agt di ciwaniya xwe de ji ajotina duçexeyan hez dikie lê piştî ku sala 2019an xwîn çûbû ser mêjiyê wî dev ji vê hobiya xwe berda.

Partiya Xirîstiyan a Demokrat a ku Dries van Agt serokê wê bû, di navbera salên 1977 û 1982yan Holenda bi rê ve bir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst