Angelina Jolie bo ziyanpêketiyên erdehejê alîkariyê dişîne

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikavana Sînemayê ya bi nav û deng Angelina Jolie ragihand ku alîkariyê ji ziyapêketiyên erdhejê yên li Sûriye û Tirkiye re dişîne.

Lîstikavana Sînemayê Angelina Jolie, li ser hesabê xwe yê Instagramê ligell belavkirina dîmenên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye ragihand ku dê alîkariyê ji deverên erdhejê re bişîne û daxwaz kir her kes alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re bişînin.

Angelina Jolie bi belavkirina dîmenên erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ku bandûr li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku ew dixwaze alîkariyê ji tîmên Kumsipan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kar û xebata lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin û Turkish Philanthropy Funds a Tirkiyê re bişîne û nivîsî: "Dilê min bi gelê Sûriye û Tirkiye re ye. Êşên ku gelek malbatan kişandîn mirov nikare xeyal jî bike. "

Her wiha Angelina Jolie dibêje, "Ez hêvî dikim yên din jî alîkariyê bişînin, bi vî awayî dê bikaribin gelek kesên din jî rizgar bikin."