Lavrov: Ya rojava dike ne dîplomasî ye

11-02-2022
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov. Wêne: AFP
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov. Wêne: AFP
Nîşan Rûsya Sergey Lavrov Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destdayîneke Serokê Yekîtiya Sovyetê Mîkhaîl Gorbaçov bo Serokê Amerîkayê George Bush, alîkar bû di qedandina şerê sar de. Moskow dibêje, wê demê berpirsên Amerîkayê soz dan ku NATO tenê bihostekê jî nêzîkî sînorê wan nabe, lê berpirsên rojava red dikin ku sozeke bi vî awayî dabin.

Niha jî Rûsya daxwaz dike Ukrayna ti carî nebe endamê Hevpeymaniya NATOyê û welatên endam di NATO de çekên xwe jî li ti welatekî berê yê Yekîtiya Sovyetê bi cih nekin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nîgeraniya xwe li hember guhnedana welatên rojavayî bo daxwazên Moskowê tîne ziman.

Sergey Lavrov ragihand, “Nêrîna îdeolojîk, hişyarî, gef û waneyê exlaqî me nagihîne ti cihekî. Mixabin, hejmareke zêde ji hevkarên rojavayî, niha mijûlî wan cure çalakiyan in. Ez ji vêya re nabêjim dîplomasî.”

Heta wê dema ku rojava şertan cîbicî neke, Rûsya ne amade ye hêzên xwe ji nêzîkî sînorê Ukraynayê bikşîne, ku berpirsên rojavayî dibêjin, di van rojan de Moskowê hejmara serbazên xwe heta 130 hezarî zêde kirine.

Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, eger Moskow dixwaze bi guşarên bi vî awayî NATO neçar bike şertên wê qebûl bike, ew xeletiyê dike.

Boris Johnson tekez dike, “Li gor min divê Putin û Kremlîn ji wê têbigihêjin, ku eger dixwazin NATO kêmtir li sînorên Rojava be, wek çawa berê wiha bû, ev rêyeke bi temamî xelet e, bo bidest anîna vê armancê.”

Serdan û civînên di navbera berpirsên Rûsya û welatên rojava de berdewam in. Lê, Rûsya û Belarus li aliyekî û Ukrayna û NATO jî li aliyekî din mijûlî encamdana manovrayên serbazî û nîşandana hêzê ne. Her du alî jî, hevdeng in li ser wêya ku pêwîst e dîplomasî berdewam be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst