Li Awustralyayê ji ber lehiyê 300 hezar dewar telîfin

11-02-2019
RÛDAW
Nîşan Awustralya Lehî Dewar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya çûyî li Queenslanda eyaleta Awistralyayê, li bajarê Townsvilleyê û derdora wê lehî rabû û bi hezaran mal di bin avê da man û derket holê ku nêzî 300 hezar dewar jî mirar bûne.

 

Li gor nûçeya Sky Newsa Awistralyayê, hefteya çûyî li bajarê Townsvilleyê û derdora wê barana salekê di nav hefteyekê de barî û piştî ku lehî rabû û ava lehiyê mirçiqî, zirar û ziyan jî derket holê.


Hat daxuyandin ku di lehiyê de nêzî bihayê 300 milyon dolarî 300 hezar dewar telîfin.


Şaredarê Richmond John Wharton got: "Ev hejmar tenê ya herêmên vê derê ye. Li navçeyên din ên ku lehî gihîştiyê 7-8 milyon dewar hene, bê guman hejmara ajelên ku mirar bûne zêdetir e."


Ji bo ku zêdetir ajel mirar nebin bi firokeyê va alif û xwarina ajelan datînin eraziyên ku bûne herî.


Ji aliyekî din va ji eyaletên Gallera Başûr a Nû, Awistralyaya Başûr, Victoria û Herêma Bakur sewqkirina êm dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst