Saziya Keşnasiyê ya Ewropayê: 2024 sala herî germ bû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cîhan Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Ewropayê da zanîn ku 2024 sala herî germ bûye.

Gola Pîkroîlmineyê yê li bakurê Yunanistanê ji ber guherîna avhewayê û bilindbûna pileya germahiyê, hêdî hêdî rûberê wê biçûktir dibe.

Serokê Beşa Çavdêriya Pileya Germahiya Erdê yê Komîsyona Ewropayê Mawro Fachini:

“Amarên pileya germahiya cîhanê ji bo sala 2024an nîşan didin ku li ser asta cîhanê par ji sala 1850an û heta niha sala herî germ bûye ku pileya germahê 1,6 pile bilind bûye.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê Copernicus sala 2024an bi awayekî navendî pileya germahiya cîhanê 0,12 pile li gorî pêrar bilind bûye, ev jî asta herî bilind a di salekê de ye.

10ê Tîrmeha sala borî bi awayekî navendî pileya germahiyê 17,16 pile bû, bi vê yekê jî bû roja herî germ ku di dîroka mirovahiyê de hatiye tomarkirin.

Her wiha, 10 salên borî salên herî germ bûn di 125 hezar salên borî de.

Pispor behsa sedemên sereke yên bilindbûna pileya germahiyê dikin.

“Germbûna avhewayê, dibe sedema pêlên barana bi herî”

Birêvebirê Copernicusê Karlo Buontempo jî anî ziman:

“Di 12 mehên borî de, çendîn bûyeran hejmarên rekor tomar kirin.

Ev jî beşek e ji bandora rasterast a germbûna cîhanê ku ji ber bilindbûna zêde ya gazên germker pêk tê.”

Karbondîoksît û mîsan du gazên sereke yên germker in ku ji ber bikaranîna sotemenî, çalakiyên mirov û çendîn sedemên din ji bo atmosferê tên berdan.

Li gorî Rêxistina Avhewayê ya Cîhanê, pêrar 40 milyar û 600 milyon ton gazên germker ji bo atmosferê hatine berdan, par wê hejmarê yek milyar ton zêde kir.

Birêvebirê Copernicusê Karlo Buontempo her wiha got:

“Bingeha fîzîkê pir zelal e. Avhewayeke germtir dibe sedema zêdebûn û bihêztirbûna pêlên germahiyê û bûyerên xwezayî.

Germbûna avhewayê, dibe sedema pêlên barana bi herî.

Germbûna deryayan jî dibe sedema zêdebûna bahoz û bûyerên wêranker.”

Li gorî malpera navneteweyî ya tomarkirina bûyerên xwezayî, sala borî 115 hezar kes ji ber bûyerên xwezayî mirine ku pêrar 86 hezar kes miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst