Li Parîsê êrîş: Birîndar hene

11-01-2023
RÛDAW
Nîşan Parîs Fransa Êrîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsê di êrîşeke bi kêrê de hejmarek kes birîndar bûn, û paşê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin û bi birîndarî hat desteserkirin.

Li rawestgeha trênê ya li paytexta Fransayê Parîsê êrîşkarekî bi kêrê êrîşî kesên li derdora xwe kir.

Polîsê Fransayê di dauxyaniyekê de ragihand, îro Çarşemê 11ê Çileya 2023an kesekî li stasyona Gare du Nord bi kêrê êrîşî welatiyên derdorê kiriye û hejmarek kes bi sivikî birîndar kirine.

Di daxuyaniya li ser hesabê Twîtterê yê Hauts-de-France Transfera Herêmî ya Ekspresê de jî hatiye diyarkirin ku êrîşkarekî bi kêrê li Gare du Nord êrîşî rêwiyên li herêmê kir û gelek kes birîndar kirin.

Hatiye ragihandin ku polîsan teqe li kesê êrîşkar kirine û ew birîndar kirine û piştre bi birîndarî ew desteser kirine.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Polîs ragihandiye, hêj nayê zanîn sedema li pişt êrîşê çî ye û piştî lêkolînên destpêkê dê agahî bên ragihandin.

Ji ber bûyerê, bo demeke kurt kar û xebat li stasyona trenê hat rawestandin, lê paşê rewş asayî bû.

Stasyona metroyê ya Gare du Nord yek ji wêstgehên mezin ên Fransayê û Parîsê ye.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê, Gerald Darmanin îro danê sibê piştrast kir ku kesek li stasyona trenê ya Gare du Nord gelek kes birîndar kirine.

Televîzyona Fransî BFM TV ragihand ku di êrîşa bi kêrê de 6 kes birîndar bûne.

Êrîşa îro di demekê de ye ku di rojên dawî yên sala bihorî de li Parîsê navendeke Kurdan rastî êîşeke çekdarî hatibû û di encama êrîşê de 3 Kurd hatibûn kuştin.

Di 23ê Kanûna 2022an de kesekî bi navê William M. ê 69 salî li Parîsê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya kiribû û 3 kes kuştibûn û 3 kes jî birîndar kiribûn.

Paşê êrîşkarê Parîsê "William M." hatibû girtin û di lêpirsîna xwe de gotibû, ew "hemû biyaniyên ne Ewropî wekî dijmin dibîne".

Piştî bûyerê, bi hezaran Kurdistanî li Parîsê xwepêşandan li dar xistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst