Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di pêwendiyeke telefonî de rûdanên dawî yên li Sûriyeyê gotubêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Antony Blinken û Hakan Fîdan li ser pêwîstiya veguhastina aştiyane ya desthilata Sûriyeyê gotûbêj kir.
Blinken tekezî li ser bicihanîna madeya 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Blinken her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) kiriye û bal kişandiye ser dabînkirina parastina jiyana sivîlan û jêrxaneyên sivîlan.
Blinken di heman demê de ji Fîdan re dubare kiriye ku divê hemû aktorên li Sûriyeyê rêzê li mafên mirovan bigirin û hiqûqa însanî ya navneteweyî biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse