Malbata Nêrgis Mihemediyê li ser navê wê Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Malbata çalakvana mafên mirovan a Îranî ya girtî Nêrgis Mihemediyê, li ser navê wê, Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023yan wergirt.

Komîteya Nobelê ya Norwecê pêştir ragihandibû ku ew dê ji ber têkoşîna wê ya li hemberî zilma li ser jinan a li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiyê dê Xelata Nobelê ya Aştiyê bide Nêrgis Mihemediyê.

Hevjîn, kur, keç û birayê wê îro li paytexta Norwêcê li bajarê Osloyê li ser navê Mihemediya ku li girtîgeha Evînê ya Tehranê girtî ye, beşdarî merasîma xelatdayînê bûn.

Her du zarokên Nêrgiz Mihemediyê yên bi navên Kiyana Rehmanî û Elî Rehmanî ku cêwî ne, li ser navê dayîka xwe ew xelat wergirt.

Kiyana Rehmanî di civîna çapemeniyê de nameya dayika xwe xwend.

Nêrgis Mihemedî di nameya xwe de spasiya rojnameger û xebatkarên medyayê dike û ronamegeran wekî "mezintirîn û girîngtirîn hevalbendên xwe" yên di têkoşîna li dijî "zilma wêranker a hikûmeta Îranê” de bi nav dike.

“Em ji bo nehîştina neheqiyê rabûna ser pêyan”

Di peyama xwe de Nêrgis Mihemedî herwiha dibêje, “Ez vê peyamê ji girtîgehê dinivîsim û yek ji wan milyonan jinên Îranî me ku ji bo nehîştina neheqiyê rabûna ser pêyan.”

Wê çalakvana Îranê herwiha tekez kir ku pêwîstiya civaka Îranê bi “piştgiriya cîhanî” heye û got:

“Asta piştgîrî û helwesta welatên rojavayî ne bes bû. Xelkê Îranê ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê hewl daye.

Cîhan şahid e ku hikûmetê bi rêya tepeser kirinê, bi îdam û kuştin û zîndanîkirinê bersiv daye xelkê.”

Ji aliyê din ve, hevjînê Nêrgis Mihemediyê jî ji çapemeniyê re ragihand ku Nêrgis Mihemedî dê ji bo hevgirtinê bi endamên olî yên Behayî re dest bi gireva birçîbûnê bike.

Nêrgis Mihemedî kî ye?

Nêrgis Safiye Mihemedî di 21 Nîsana 1972 li parêzgeha Zencanê ya Îranê ji dayik bû.

Nêrgis Mihemedî ji bo mafên jinan û rakirina cezayê darvekirinê di nav çalakvanên mafên mirovan ên Îranê de çalakiyan dimeşîne.

Bi tohmeta ku “li dijî dewletê propaganda kiriye” 12 sal ceza li Nêrgis Mihemediyê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê girtin.

Nêrgiz Mihemedî di heman demê de Alîkara Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e ku ji aliyê xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2003yan Şîrîn Ebadiyê ve tê birêvebirin.

Xelatên Nobelê her sal bi merasîmeke ku di 10ê Kanûna Pêşîn, roja mirina Alfred Nobel, de tê lidarxistin radestî xwediyên wan tên kirin.