IFJ: Îsal 67 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin

10-12-2022
RÛDAW
Nîşan IFJ Kuştina Rojnamevanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2022an de 67 rojnamevan û karmendên medyayê li cîhanê hatine kuştin. Wek federasyona navborî dibêje, kuştina rojnamevanan li gor sala derbasbûyî ji sedî 40 zêde bûye.

Roja Înê 9ê Kanûna 2022an, Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) raporek derbarê rewşa rojnamevanan de li cîhanê belav kir û tê de dibêje, îsal 67 rojnamevan hatine kuştin. Ev di demekê de li gor amarên heman federasyonê, sala borî 47 rojnamevan hatibûn kuştin.

Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan ku bingehê wê yê serekî li Bruksela Belcîkayê ye û nûnertiya 600 hezar rojnamevanên sendîka û saziyên 140 welatan dike, dibêje niha li cîhanê 375 rojnamevan ji ber karên xwe di zîndanê de ne û hejmara herî zêde li Tirkiye, Çîn û Miyanmarê ne. Di demekê de ku sala derbasbûyî 365 rojnamevan di zîndanê de bûn.

Li gor rapora federasyonê, Ukrayna bo rojnamevanan welatê herî metirsîdar bûye, bi awayekî ku 12 rojnamevan lê hatine kuştin. Ev piştî wê yekê tê ku meha Sibata îsal şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê destpê kir.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan Anthony Bellanger dibêje: “Zêdebûna hejmara kuştina rojnamevanan û karmendên din ên medyayê cihê nîgeraniyê ye zengilekî hişyarkirina hikûmetên welatan e daku berevaniyê li rojnamegeriyê bikin ku stûneke serekî ya demokrasiyê ye.”

Li gor federasyonê, di zîndanîkirina rojnamevanan de Çîn di rêza yekem de ye, bi awayekî îsal 84 rojnamevan li wî welatî hatine girtin. Piştî Çînê bi zîndanîkirina 64 rojnamevanan Miyanmar di rêza duyem de cîh digre. Tirkiye jî bi zîndanîkirina 51 rojnamevanan di rêza sêyem de ye.

Li Îranê ku ji meha Îlonê ve ketiye ber pêleke xwepêşandanan, 34 rojnamevan di dema karkirinê de hatine girtin. Li Belarûsê 33 rojnamevan hatine girtin, piştî wê bi 23 rojnamevanan Misir tê û piştre Rûsya ku 29 rojnamevan zîndanî kirine. Li gor raporê, li Siûdiyê 11, li Yemen 10, li Sûriyê 9 û li Hindistanê jî 7 rojnamevan îsal hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst