Fînlandiya ji Amerîkayê 64 balafirên F-35 dikire

10-12-2021
RÛDAW
Nîşan Fînlandiya F-35
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Fînlandiyayê ragihand ku ew ê 64 balafirên şer ên F-35 ji şîrketa Lockheed Martin a Amerîkayê bikirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Fînlandiyayê Antti Kaikkonen di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hikûmeta wî biryar da ku 64 balafirên şer ên F-35 ji şîrketa herî mezin a hilberîna çekan a cîhanê Lockheed Martin bikire.

Bihayê wan ji 8 milyar euro zêdetir e

Kaikkonen diyar kir ku dê balafirên şer bi qasî 8,4 milyar euroyî bên kirîn.

Kaikkonen bal kişand ser wê yekêku ew difikirin biryara wan dê bibe sedema rexneyê û wiha got, "Ez difikirim ku me li gor hewcedariyên xwe hilbijartina herî baş kir. Ev balafir dê heta sala 2060an karibin bifirin."

Kaikkonen destnîşan kir ku F-35 dê şûna balafira F/A-18C/D Hornet a ku dê di 2025-2029an de teqawid bibin, bên bikaranîn.

Li ser vê biryarê Fînlandiyayê dev ji kirîna balafirên şer ên Saab Gripen ku navenda wê li Swêdê ye berda û ev yek li Swêdê bû 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst