VÎDEOGRAFÎK - Civînên Astanayê bo Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera 14an ji Civînên Astana birêve diçin, civînên vê carê dûr ji medyayan tên lidarxistin.

Îro bi beşdariya nûnerê Neteweyên Yekbûyî û dewltên garantor di rewşa Sûriyê de, Tirkiye, Rûsya û Îrangera 14mîn a Civînên Astanayê, li bajarê Nûr Sultan li Kazaxistanê dest pê dike.

Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Kazaxistanê, şandeke Neteweyên Yekbûyî bi serokatiya Şandiyê Navdewletî yê Taybet bi Sûriyê, Geir Pedersen, herwiha nûnerên Iraq, Urdin, Lubnan jî weke çavdêr di wan civînan de beşdar dibin.

Hevdîtin îro dest pê dike û sibe Çarûemê 11ê Kanûnê jî berdewam dibe.

Biryar bû 14emîn Hevdîtina Astanyê, di 18ê Mijdara bûrî de, bihata sazkirin, di heman demê de, ku Tirkiyê dest bi êrîşa xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê kiribû, lê Wezareta Derve ya Kazaxistanê derengxistina wê hevdîtinê ragihand.

Civînên Astana ji sala 2017an despê kirne. bi rêya vê Video Wallê emê li ser gerên berê yên Asatan biaxivin.

Civînên Astana Bo Sûriyê

Civînên Astana 1 heta Astana 7 di sala 2017an de hatin sazkirin.

Yekemîn Civîna Astanayê 23-24ê Çileya 2017an hat kirin.Şandên welatên Garantor û yên her yek ji hikûmeta Sûriyê û opozsiyonê beşdar bûn.

Di civînan de li ser agirbest, damezrandina Navçeyên Kêmkirina Şer û Komîteya Destûrê lihev kirin.

Duyemîn Civîna Astanayê 15-16ê Sibata 2017an hat sazkirin. Grûpa Sêalî ji Rûsya, Tirkiye û Îranê hat damezrandin, bo çavdêriya agirbestê û pevguherîna girtiyan di navbera hikûmet û opozsiyonê de.

Sêyemîn Civîna Astanayê 14-15ê Adara 2017an hat kirin. Rûsya pêşniyar kir destûra Sûriyê bê danîn. Şanda opozisyonê civîn baykot kir.

Çaremîn Civîna Astanayê 4ê Gulana 2017an hat sazkirin. Encama wê ya sereke Rêkeftina Navçeyên Kêmkirina Şer bû, li ser pêşniyara Rûsyayê, bi erêkirina Tirkiye û Îranê û baykotkirina opozsiyonê.

Pêncemîn Civîna Astanayê 4-5ê Tîrmeha 2017an hat kirin. Welatên garantor li ser diyarkirina sînorên Navçeyên Kêmkirina Şer negihiştin rêkeftinê.

Şeşemîn Civîna Astanayê 14-15ê Îlona 2017an bû. Di vê civînê de, sînorên Navçeyên Kêmkirina Şer hatin diyarkirin, bi taybetî li Idlibê ku cihê nakokiyê bû.

Heftemîn Civîna Astanayê 30-31ê Cotmeha 2017an hat sazkirin. Danûstandinên nerasterast di navbera şandên hikûmet û opozisyonê de hatin kirin

Heştemîn Civîna Astanayê 21-22ê Kanûna 2017an hat kirin. Di civînê de dema Kongreya Soçî ya Diyaloga navbera opozisyon û hikûmetê hat diyarkirin.

Nehemîn Civîna Astanayê 14-15ê Gulana 2018an hat sazkirin. Tiştekî berbiçav jê derneket.

Dehemîn Civîna Astanayê 30ê Tîrmeha 2018an bû. Bi navê Civîna Astanayê, li bajarê Soçî hat sazkirin. Pêşhateyên meydanî û vegera koçberan hatin gotûbêjkirin

Yazdehemîn Civîna Astanayê 28-29ê Mijdara 2018an bû. Tê de mijara pêkanîna Komîteya Destûra Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Duwazdehemîn Civîna Astanayê 25-26ê Nîsana 2019an hat sazkirin. Tekez li ser rûbirûbûna hewlên cudakar ji Sûriyê hate kirin. Welatên garantor li ser pêkanîna Komîteya Destûrê negihiştin rêkeftinê

Sêzdehemîn Civîna Astanayê 01-2ê Tebaxa 2019an bû. Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen beşdar nebû. Herwiha nûnerê Amerîkayê jî beşdar nebû.