Galeriya wêneyan

10-12-2018
19 Photos
RÛDAW

Rûdaw / AFP

Keça Kurda Êzidî û rizgarbûya ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê Nadiya Murad li paytexta Norwêcê ligel pijîşkekî xelkê Kongoyê  Dr. Denis Mukwege xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtin.

Komîteya Xelata Nobelê ji bo sala 2018ê xelata Nobel a Aştiyê da keça Kurd a Êzidî Nadiya Murad û doktorê Kongoyî Denis Mukwege.

Nadiya Murad Kurda yekem e ku vê xelatê werdigre ku ji bo nehiştina tundûtîjî û destdirêjiya li ser jinan kar kiriye. Di sala 2016an de jî Nadiya Murad li gel Lemiya Beşar xelata Saxarov ji Yekîtiya Ewrûpayê wergirtibûn.