Nadiya Murad li Osloyê xelata aştiyê ya Nobelê werdigre

10-12-2018
Ala Şalî
Ala Şalî
Rêvebera Navenda Aştî ya Nobelê
Rêvebera Navenda Aştî ya Nobelê
Nîşan Nadiya Murad Oslo Xelat Nobel
A+ A-

Oslo (Rûdaw) – Roja duşemê Şahê Norwecê xelata aştiyê ya Nobelê dide Nadiya Murad û Denis Mukwege.

 

Xelat bi navê zana û dahênerê fizîkê yê Norwecî Alfred Nobel e, ku di sala 1896an de koça dawî kiriye.

 

Ala Şalî bi Rêvebera Navenda Aştî ya Nobelê Liv Toris re axivî û jê pirsî, gelo ev xelat ji bo Kurdan û jinên Kurd ên Êzdî çi qas giring e?

 

Rêvebera Navenda Aştî ya Nobelê diyar kir: “Li gor min ev xelateke gelek giring e, cara yekem e ku lijneya xelata Nobelê ya Norwecê tundiya seksî weke çekeke ku di şer de hatiye bikaranîn dinase. Ev jî gelek giring e ku bibe sedemek ji bo wê yekê ku di asta cîhanî de jî were nasîn. Nasandina çekeke şer, ku pêwîst e em bi awayekî cidîtir rûbirûyî wê bibin, ku ji bo heman mijarê biryareke Neteweyên Yekbûyî jî heye, lê belê tevî vê biryarê, divê em karên zêdetir bikin daku encamdana van karan rûbirûyî berpirsyariyê were kirin. Lewma ez bawer im ji ber vê yekê xelateke gelek giring e, ji bo xelkê Êzdî jî giring e, ev jî ji ber wê rastiyê ku Nadiya Murad yekem jin e li Kurdistana Iraqê, yekem jina Êzdî ye ku xelata aştiyê bi dest dixe, ev jî bêguman gelek giring e, li ser asta navdewletî jî.”

 

Roja duşemê 10-12-2018an ji Nadiya Murad re xelata aştiyê tê dayîn, ew dikare ji bo Kurdên Êzdî çi bike?

 

Ez bawer im bi wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê, ew dê yek ji mîkrofonên herî giring ên cîhanê digre destê xwe. Ev jî hêzeke mezin ji xelkê Êzdî re dide ji bo gihiştin û nasandina mafên xwe. Di heman demê de hêzeke mezin jî dide ku tundiya seksî bikeve nav ajendayan. Lewma em dibînin niha hişyariyeke zêdetir derbarê tundiya seksî de heye, ku ev tundî him di dema şer de û him jî di dema aştiyê de bi kar hatiye, weke mînak bi rêya hashtaga "me too" ku li hemû cîhanê belav bûye. Bi vê xelatê jî ez bawer im hişyariyeke mezin çêdibe û xelat dê bibe mîkrofonek ku tundiya seksî bikeve nav ajendayan û rûbirûyî wê bibin.

 

Îro merasîma xelata aştiyê dê birêve biçe, hûn çaverêya çi dikin?

 

Çavê min li gelek waneyên giring e. Merasîm dê li hola bajêr birêve biçe û dê bibe merasîmeke giring. Merasîm giring e û dê di heman demê de tiştekî kêmwêne bibe. Ez bawer nakim ku ti tiştekî ji vê merasîmê hebe ku li hola bajêr birêve biçe. Ev jî nîşan dide ku em ji ku ve li vê mijarê dinêrin. Herwiha wisa dike ku mijara tundiya seksî bibe mijara sereke ya ajendayê, lewma ez bi kelecan li benda vê me.

 

Nadiya Murad kî ye?

 

- Keçeke Kurd a Êzdî

- Çalakvanê mafên mirovan

- Di sala 1993an de li Şingalê li gundê Koço ji dayîk bûye.

- Di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat revandin.

- Sê meh di bin destê DAIŞê de bû.

- Di sala 2015an de di çarçoveya programa koçberan de çûye Almanyayê.

- Di Kanûna sala 2015an de li Encûmena Ewlekariyê gotarek pêşkêş kir.

- Di Îlona sala 2016an de bûye Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî.

- Di sala 2016an de xelata Saxarovî ji aliyê Parlementoya Ewropayê ve jê re hat dayîn.

- Di sala 2018an de xelata aştiyê ya Nobelê bi dest xist.

- Xelat li hember "hewldanên wê yên ji bo bidawîanîna bikaranîna tundiya seksî weke çekeke şer û pevçûnên leşkerî" jê re hat dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst