Rûdaw dê ji Afrîkaya Başûr merasîma veşartina Mandela bişopîne


Hewlêr (Rûdaw)- Bi mebesta şopandina merasîma veşartina sîmbola têkoşîna li dijî nejadperesetiyê Nelson Mandela, Tora Medîyayî ya Rûdawê dê şandeyê xwe bişîne Afîrkaya Başûr.

Tora Medîyayî ya Rûdawê stafekî xwe ber bi Afrîkaya Başûr dişîne ji bo ku ji wir di kêleka medyayên cîhanî re merasîma veşartina termê Mandela bişopîne.

Termê Mandela wê di 15ê vê mehê de û bi amadebûna bi sedan serkirdeyên cîhanê bê veşartin.

Serokê Afrîkaya Başûrê Jacob Zuma di 5ê vê mehê de ragihand ku sîmbola aştiyê ya cîhanê Nelson Mandela koça dawî kir.

Mandela 95 salan jiyan kir û ev demeke dirêj bû li nexweşxaneyê ketibû û di bin çavdêriya pizîşkan de bû.

Mandela wek dostekî gelê Kurd dihat naskirin.

Di sala 1992yan de, xelata Ataturk a aştiyê pêşkêşî Mandela hat kirin, lê wî red kir û gotibû “Ez wê xelatê wernagirim madem dewleta Tirkiyê mafê Kurdan bi pê dike”.