Îtalya û Albanyayê li ser koçberan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrên Îtalya û Albanyayê roja 6ê vê mehê li ser koçberan rêkeftinek îmze kir.

Serokwezîra Îtalyayê li ser wê rêkeftinê diyar kir ku dê Albanya navçeyekê li ser erdê xwe, ji bo pêşwaziya koçberan veqetîne.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li ser rêkeftinê got:

“Rêkeftina me bi vî awayî ye ku Albanya dê navçeyekê li ser erdê xwe ji bo pêşwaziya koçberan veqetîne, ku ji Deryaya Naverast berê xwe didin Îtalyayê û ev navçe dê di bin desthilata dadweriya Îtalyayê de be.”

“Albanya dê wan dersînorî Afrîkayê bike”

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama anî ziman:

“Li wê navçeya ku tê diyarkirin koçber tên danîn, eger Îtalya mafê penaberiyê bide wan, ew dê ji Albanyayê bi fermî biçin Îtalyayê lê eger red bike, Albanya dê wan dersînorî Afrîkayê bike.”

Bendera Şêngzînê ya li bakurê rojavayê Albanya, cihê ku ji bo koçberan hatiye destnîşankirin e.

Vê rêkeftinê karvedanên cuda li pey xwe anîn.

Rêveberê Bendera Şêngzînê Sander Marashi got:

“Biryara hikûmetên Îtalya û Albanyayê dadwer û rewa ye. Şêngzîn baştirîn cih e ji bo pêşwazîkirina wan koçberên ku di Deryaya Naverast re ji Afrîka û Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn tên û berê xwe didin Girava Lampedossayê ya Îtalyayê.”

Li Albanyayê 2.8 milyon niştecihên ku piraniya wan Misilman in hene û zêdetirî 450 hezarî ji wan li Îtalyayê dimînin ku piştî Romaniyan duyem mezintirîn diasporaya li nav Îtalyayê ye.

Welatiyê Albanyayê Bib Lazri jî got:

“Hemû zarokên min li derve ne, hinek 30 salên wan li Îtalyayê ne, lewma divê em bi başî spasiya Îtalya, cîranê xwe bikin.”

Li gorî rêkeftinê Albanya mehane pêşwaziya 3 hezar penaberan dike.

“Diviya hikûmet bi parlamento û xelkê bişêwiriya”

Welatiyê Albanyayê Lule Pashaj anî ziman:

“Rast e, Brîtanya, Yûnanistan û Îtalyayê pêşwazî li ciwanên me kirine lê gelo dema ev şiyanên me hene ku salane pêşwaziyê li 36 hezar koçberan bikin, diviya hikûmet bi parlamento û xelkê bişêwiriya.”

Ji 2014an ve Albanya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê berbijêr e, sala 2018an daxwaz jê hat kirin ku reformê di sîstema siyasî û darayî de bike.

Îtalyayê jî di rêkeftina ku bi Albanyayê re îmze kiriye de, soz daye endamtiya wê ya Yekîtiya Ewropayê zûtir bike.