Papa ji serokeşîrekî Kurd re: Silavên min bigihîne gelê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokeşîrekî Kurd çû cem Papayê Vatîkanê û wî du diyarî dane Papa.

Serokê eşîreta Silîvaneyiyan Seed Şemdîn Axa ji Rûdawê re ragihand ku wî berî du salan bi rêya Balyozê Vatîkanê yê Bexdayê daxwaza hevdîtina bi Papa Francis re kiriye.

Piştî wê daxwazê berî 20 rojan ji aliyê Vatîkanê ve hatiye agahdarkirin ku daxwaza Seed Şemdîn Axa hatiye qebûlkirin.

Seed Şemdîn Axa Silîvaneyî diyar kir ku ew 8ê vê mehê li Vatîkanê bi Papa re civiyaye û du diyarî dane wî.

Seed Şemdîn Axa li ser diyariyên ku dane Papa Francis anî ziman:

“Diyariyek, tabloyeke li ser bihevrejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Zaxoyê bû û diyariya duyem jî belgefîlma derhênerê Kurd Seyîd Mihemed Seyîd Ebdullah Barzanî yê bi navê “Axa Pîroz” ku ew jî behsa bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê dike.”

Serokê eşîreta Silîvaneyiyan da zanîn ku wî silavên gelê Kurdistanê gihandiye Papa û wî jî diyariyeke sembolîk daye û jê re gotiye ku “Silavên min bigihîne gelê Kurdistanê.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis roja Yekşema 7ê Adara 2021ê cara yekem hat Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Papa di gotareke xwe ya li Stadyûma Franso Herîrî ya Hewlêrê de gotibû, “Ji kûrahiya dilê xwe spasên taybet li gelê Kurd ê ezîz dikim.”

Papa herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedaran kiribû.