Li Îsraîlê pêşniyara nasandina Komkujiya Ermeniyan wek jenosid

10-11-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Ermenistan Jenosid
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê çend parlamenterên opozîsyonê pêşnûmayek pêşkêşî Parlamentoyê (Knesset) kirin daku Komkujiya Ermeniyan bi awayekî fermî wek Jenosid bê nasandin û her sal 24ê Nîsanê were bibîranîn.

Li gor rojnameya Jerusalem Post, roja Sêşemê 9ê Mijdara 2021ê pêşnûme-yasa ji aliyê parlamenterên Likudê Yuli Edelstin, Israel Katz û Yoav Kish ligel parlamenterên Shasê Ya'acov Margi, Haim Biton û Moshe Arbel ve hatiye pêşkêşkirin.

Ev ne hewldana yekemîn e ku li Knessetê tê kirin ji bo Îsraîl bi awayekî fermî Komkujiya Ermeniyan wek Jenosid nas bike. Tamar Zandberg di sala 2018an de pêşnûme-yasayek bo naskirina komkujiyê wek Jenosid pêşniyar kiribû, lê hikûmetê piştgirî nedabû.

Di sala 2019an de jî çend endamên payebilind ên Knessetê yên wek Yair Lapid û Gideon Sa'ar, piştgiriya xwe ya bo nasandina Komkujiya Ermeniyan wek Jenosid anîbûn ziman, lê dîsan jî piştgiriya hikûmetê kêm bû.

Li gorî dîrokzanan Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê de li Tirkiyê û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918a de herî kêm 1, 5 ermenî kuştine û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan tehcîr kirine.

Tê gotin di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî dest bi “komkujiya miletê ermenî” kir û levma 24ê nîsanê wek “roja jenosida, komkujiya ermeniyan” tê qebûlkirin.

Heta niha hikûmet û parlamentoyên nêzîkî 40 dewletên cîhanê, komkujiya Ermeniyan weke jenosid nas kirine. Herwiha Yekîtiya Ewropayê jî jenosid Ermeniyan bi fermî nas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst