Rûsya 2000 serbazan li Nagorno-Qerebax belav dike

10-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nagorno-Qerebax Rûsya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 6 hefteyan ji şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, li herêma Nagorno-Qerebax ya cûdaxwaz, Azerbaycanê gelek navçeyên giring kontrol kirin, yek ji wan bajarê Shusha ye, ku wek bajarekî sereke yê Nagorno- Qerebax e.

Roja Sêşem, 10.11.2020, rêkeftina agirbestê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bi navbeynkariya Rûsya hat îmzekirin, herwiha Rûsya 2000 serbazên xwe jibo parastina ewlehiyê  li wê navçeyê belav kir. 

Rêkeftin ji demjimêr 9ê bi şev bi dema Mosko yê, dikeve warê cîbicîkirinê.

Derbarê rêkeftinê de serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand, her hêzek li cihê xwe dimîne, ku  bi vê yekê  rûberekî mezin ji axa Nagorno- Qerebax di bin kontrola Azerbaycanê de dimîne.

Çavdêriya agirbestê wê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve were kirin, di rêya navendeke hevbeş ya çavdêriyê. Lêbelê li qadê dê tenê hêzên Rûsî hebin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiya Maria Zaxarova, tekez kir, ku navenda Rûsî-Tirkî, dê li ser axa Azerbaycanê were damezirandin, herwiha peywendiya wê bi  hêzên parastina ewlehiyê li Nagorno- Qerebax tune ye.

Ji aliyê xwe ve Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres xweşhaliya xwe derbarê agirbestê derbirî, û got ku armanca wan parastina sivîlan e, û gihiştina alîkariyên mirovî ye.

Di şerê Nagorno-Qerebaxê de ku di 27 Îlona îsal de dest pêkir, ji herdu aliyan nêzîkî 1440 kes hatin kuştin.

Nagorno-Qerebax dikeve nav sînorê Azerbaycanê, piraniya xelkê wê Ermenî ne. Piştî şerê çend salan, di 1994 an de piştî rêkeftina agirbestê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, di bin destê Ermeniyan de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst