Li Şîlî xwepêşanderan zanîngehek şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şîlî di xwepêşandanên dijî hikûmetê de bi 10 hezaran kes li Santiago rijiyan ser cade û kolanan. Di xwepêşandanan zanîngeheke xwecihî hat şewitandin û dêrek jî hat talankirin.

Li Şîlî xwepêşandanên dijî hikûmetê berdewam in. Di xwepêşandanên îro de nêzîka 75 hezar kes li Santiago rijiyan ser cadeyan. Li gor medya xwecihî, ev duyem xwepêşandana herî mezin bû ku sê hefte berî niha destpê kirine.

Xwepêşanderan, li Santiago dêra Roma ya Katolîkan talan kirin. Bi hezaran kes li meydana Plaza Italia ya Santiagoyê kom bûn û bi pankartên di destê xwe de hikûmet protesto kirin.

Ji destpêka xwepêşandanan ve û heta niha herî kêm 20 kes mirine û 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.