Wezîr axivî: Almanya dê koçberan vegerîne Tirkiyeyê?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand, sala borî ji Tirkiyeyê gelek kes derbasî Almanyeyê bûne û ew ji bo vegerandina wan bi Hikûmeta Tirkiyeyê re di nava danûstandinê de ne.

Di medyaya Almanyayê de tê îdiakirin ku hikûmetên Almanya û Tirkiyeyê li ser vegerandina koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li Almanyayê li hev kiriye.

Her wiha tê îdiakirin ku dê heftane 500 koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi firokeyan werin vegerandin.

Li gore nûçeyeke Deutsche Welleyê Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê li ser mijarê bersiva pirsên hinek parlamenteran daye.

Faeserê ragihandiye ku ew ji bo birêxistina geştên yekem ên şandina koçberan a Tirkiyeyê xebatan dikin û gotiye:

“Ez piştrast im em dê hefteyên bê li ser vê mijarê serkeftinê bi dest bixin.”

Nancy Faeserê amaje bi wê yekê kir ku sala borî gelek welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî çûne Almanyayê û anî ziman:

“Piraniya wan kesan destpêkê bêyî vîze çûne Sirbistanê û piştre ji welatên Balkan derbasî Almanyayê bûne.”

“Hevdîtinên me berdewam dikin”

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan ji bo şandina wan koçberan dest bi xebatan kirine û da zanîn:

“Ji bo ku em bi Hikûmeta Tirkiyeyê re bigihêjin rêkeftinekê hevdîtinên me berdewam dikin.”

Faeserê di dema bersivdana pirsên parlamenteran de her wiha eşkere kiriye ku di navbera Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û Serokkomarê Tirkiyeyê de peymanek hatiye îmzekirin.

Her wiha di pêvajoyê de ji bo bicihanîna peymanê hevdîtin û diyalogên wan berdewam dikin.

Wezîrê di berdewaniya axaftina xwe de ragihand ku armanca hikûmeta wan ew e bigihêjin wê hejmara koçberan ku ew dixwazin vegerînin lê li ser hejmara wan ti zanyarî nedan.

Frankfurter Allgemeine Zeitungê (FAZ) destpêka îlonê di nûçeyeke xwe de ragihandibû ku destpêkê 200,  dê her hefte 500 koçberên welatiyên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li Almanyayê werin vegerandin û ev yek jî hatiye pesendkirin.

“Ne rast in”

Faeserê piştî belavbûna nûçeyê di daxuyaniyeke xwe de gotibû:

“Ji bo ku vegerandin bi awayekî bilez werin kirin em gihiştine wê encamê ku welatiyên ji Tirkiyeyê yên ku mafê wan ê rûniştinê nîne werin nirxandin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê ew nûçe derewandibû û Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî li ser mijarê gotibû:

“Ew nûçeyên di medyaya Almanyayê de hatine belavkirin û dibêjin ew welatiyên ji Tirkiyeyê yên ku li Almanyayê mafê wan ê rûniştinê nîne dê werin vegerandin, ne rast in.

Bi ti awayî nehatiye pesendkirin ku welatiyên me bi awayekî bikom werin dersînorkirin.

Di hevditîna 23yê Îlonê ya di navbera Serokkomarê me û Şêwirmendê Almanyayê Scholz de jî ev mijar nehatiye rojevê.”

Li gorî amaran sala 2023yan hejmara welatiyên ji Tirkiyeyê yên  ku li Almanyayê mafê wan ê rûniştinê nebû û li Tirkiyeyê hatine vegerandin hezar û 300 kes bûn.

Heta dawiya Nîsana îsal hejmara welatiyên ji Tirkiyeyê yên li Almanyayê ku divê werin dersînorkirin derdora 14 hezar û 500 kesî ne.