Rûsya: Hilbijartin di demeke baş de tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Maria Zakharovayê da zanîn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wextekî baş de tên kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser hilbijartinan bersivand.

“Gelekî girîng in û dem baş e”

Maria Zakharovayê destnîşan kir ku dema hilbijartinan baş e ye û got:

“Wekî hun dizanin hilbijartinên Parlamentoya Herêma Xweser a Kurdan herî dawî Îlona 2018an hatin kirin.

Li gorî nerîna me, ev hilbijartin pir girîng in û di demeke baş de ne.”

Zakharovayê xwest ku hilbijartin bi awayekî yasayî bên kirin û li pey çû:

“Armanca wan bihêztirkirina aramiya siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdî ya Xweser e û bi giştî jî ya Îraqê ye.

Hêvî dikim hilbijartin li gorî yasayên Herêma Kurdistana Îraqê û pîverên fedralî bên kirin da ku hemû kesên dixwazin deng bidin karibin mafê xwe bi kar bînin.”

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.